44

xulûsîyet û xelasya memêye di xelweta zindanê da ji sifatê di ḧeywanî muşareket û muşakeleta wîye bi exlaqê di rûḧanî
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 4 Xulek  1119 Dîtin
mihra felekê ezel ’edîme
kîna felekê ebed qedîme
herçî wekû ew ji ’erdê řaket
elbette wî dê di ’erdê řa ket
’ulwî ji xwe řa ’eyan dixiwazit
suflî ji me řa nihan dixiwazit
nabînî heřo ku aftabê
davête meẍareya turabê
xasma ku di gel qebîlê ’aşiq
hem xa’in û xare hem munafq
elbette dilê me ’işqibazan
ewul dibtin bi ẍunc û nazan
axir diketin melûl û me’yûs
manendî memê zelîl û meḧbûs
davêjte meḧbesê bi nakam
datînte merqedê serencam
ew bext řeşê leqeb li wî mem
bê hemnefes û heval û hemdem
havêtne çalekê bi zarî
teşbîhî bi gořê teng û tarî
mekirûh wekî dehanê e jider
menkûre wekî nekîr û munker
řûnişt di wê ve ’abdane
zindan li wî bûye çillexane
ew cih li wî bûye çahê nexşeb
ew meh geřya hilalê yek şeb
sûfî ku gihşite kuncê xelwet
şeyxînî giha meqamê weḧdet
geh şubhetî ’aşiqan bi dilxiwaz
geh şubhetî ’aşiqan bi daxwaz
her leḧzed gel kela girînê
ev řengehe wî digote zînê:
kay mislê ḧerareta ẍerîzî
îrohe di misrê dil ’ezîzî
sed car heřo li qelbê ẍemnak
pîrahenê sebrê min te kir çak
geh geh çi dibit wekî zuleyxa
puřsa m bikî tu ey şekerxa
leyla tuyî ez ji bo te mecnûn
gulgûn ji te řa sirişkê puřxûn
ferhad ezim tu bo me şîrîn
seylab sirişkê cûyê şîrîn
dunya li me ger çi bûye zindan
îrohe tenê ezim musliman!
lewra ji devê nebyê mursel
bû ev xebere seḧîḧ û mursel:
dunya ku bihşita kafrane
me’wayê belayê mu’minane
her çende qewî muşewweşim ez
ew çend bi muşewweşî xweşim ez
sed sal bigêřî min tu meḧbûs
ma ez qe dibim ji weslê me’yûs
sûndê dixum ez bi sûre’ê nûr
dêma ku ewe kitabê mestûr
deh car bi ḧeqqê bejin û balê
çil car bi ḧeqqê zulf û xalê
teḧqîq bi aftabê ruxsar
tesdîq bi mahtabê dîdar
te’kîd bi qiblegahê ebrû
te’zîm bi secdegahê gîsû
sed car qesem bi herdu nûnan
’ehda min ewe di gel ’uyûnan
ḧetta remeqek hebit ji canî
cana! tu di canî da nihanî
hindî ku ji hecrê bê qerarim
ew çend ji te umêdwarim
her çend ku mîr li min ẍezeb kir
ev qehre li min te bê sebeb kir
her çend xeberê bekir wî guh kir
ev cebir li min ewî bi cih kir
lewra ku tu şahî ez geda bûm
ez bo te ne kufu û hem liqa bûm
tu mihir cemal û meh cebînî
ev çend letîf û nazenînî
ez xar û zelîl û xaksarim
ev řenge ze’îf widil fegarim
perwaneme ten me daye agir
suhtîme bi batin û bi zahir
nîlûfere dil tu aftabî
ten şubhî kitan tu mahtabî
ger ten biřizit we ya bibit xerq
wer dil bibtin di beḧrê ẍem ẍerq
ḧeqqê mine ’edle zulim nîne
xassîyetê agirê evîne
ev çale eger çi zêde kûre
emaErebî ji ’edaletê ne dûre
sûfîme û sewme’e nişînim
xweş talbê nûrê řûyê zînim
ḧasil qewmî meqamê mutwaErebî
ber mûcbê qibil en timutwaErebî
tezkîye’ê nefsê bû mukemmel
tesfîye’ê qelbî bû muḧessel
ayîne’ê rûḧê bû mucella
nefis widil û can bi hev museffa
ew mu’tekfê di dewrê çalê
hêja negehşitî dewrê salê
belkî ne çil wine erbe’înek
zenna di dilê wî bû yeqînek
meşhûd bûyîn li qelbî enwar
mekşûf bûyîn li ber wî esrar
ayîne’ê dil we bû museyqel
sûret we bi me’neyê mubeddel
ew heykelê metleba mecazî
bû mel’ebê tiflê ’işqibazî
ev mumkin û ma swîErebî seraser
fî alcimlihErebî ji bo wî bûne menzer
ev dar û ber û dewab û insan
ev me’den û ev nebat û ḧeywan
herçî ku bi dil wî lê nezer kir
herçî bi xyalî lê guzer kir
her yek di numa ji bo wî zînek
meşhûd ji her yekî yeqînek
goya bi xwe ew resed nişîn bû
ew çal ji bo wî dûrbîn bû