46

tehewwira tacdîne ji ẍîreta birayî meşwereta di gel birane li xelasya bê newayî
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 3 Xulek  1141 Dîtin
ecza’ê kitabê ’işqibazî
seḧḧafê mucelledê mecazî
şîraze û cuz’ û bend û terkîb
ev řenge kirin bi nezim û tertîb
ku zîn û memê di naz û perwerd
gava wihe dervebûn li wan derd
ew derd we bûne beḧrê ateş
ew ateşê ẍem we bûye serkeş
xelqê ku hebû ji ’işqê teşwîr
wî agirî kir li wan we te’sîr
me’lûl bûyîn hemî bi derdan
yekcar biderketin ji perdan
xasma ku mwafqê di dêrîn
hem suḧbetê wan sitî û tacdîn
derdan we li wan ji nûve serdan
êdî nedhate jê xeberdan
her çend ku ew ji van cuda bûn
dîsan bi wî derdî mubtela bûn
derdê sityê xyalê zîn bû
tacdîn ji ẍema memê we dîn bû
her leḧzed gel biran bi şeř bû
qesda di dilê wî ev xeber bû
řabit bi ẍezeb biçîte pêş mîr
daxwaz biket memê bi teqsîr
carek biçtin memê rica ket
sûçê gunehê memê tika ket
da mîr ji we řa birayî berdit
ya ev ser û malî tê biderdit
’arf wihe gote rostemê zal:
ev emir bi min meḧale bê qal
bê ceng û cidal û bê tehewur
qet vî şuẍulî mekin tesewur
ev me’reke nabtin bi dîwan
em mane û subḧê seḧnê mîdan
ya qenc ewe em sube swar bin
her sê bi silaḧ û karubar bin
çarane û cewşenan di berkîn
zendane û meẍfiran li ser kîn
gurzan bihe jîn řiman bibazîn
ev řenge memê ji mîr bixiwazîn
ya dê bi kutek memê xwe berdîn
ya cumle bi merdî ser bi derdîn
ger wî bi vî řengî mem řeha kir
derdê di dilê me wî dewa kir
wer mayî musir li ser ’inadê
em dê bikerîn we řeng cihadê
jewwel ve biçîn bekir bi kerkîn
wî mudbirî jêře der bi derkîn
her ber derekî gurek li ber bit
xesmane’ê qenc ser li ser bit
mîr er ji we řa biket te’essub
řabit li me ew biket teẍellub
aşê ecelê wisa bigêřîn
teşbîhî ḧeban seran bihêrîn
buhtan bikeyne reqis û govend
da bêne temaşe’ê şeker xend
gava wekû dest bidîne ḧerban
meḧbûb temaşe kin li zerban
her leḧzebbêjin ew perîzad
destê di we ey cwanê mîrzad
hindek bigrîn hinek sena kin
hindek bikenin hinek du’a kin
dildar nezer bikin ji burcan
duřdane bi derkevin ji durcan
şehzade ji penceran nezer kin
gul pîrehenan di ber xwe kerkin
herdem bibhîn ji nazenînan
sed mediḧ û sena û aferînan
tacdîn xebera birayî guh kir
muḧkem di dilê xwe da bi cih kir