’umrêke geda çawî be şa řêyewe paşa

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  563 Dîtin
’umrêke geda çawî be şa řêyewe paşa
sûtam û serê nakeye em kawle aşa
ew řoje leser řêgeyî eşqit ke bikujrêm
seyrane tekebbur meke toş bêre temaşa
kewtûme leber qapîyeket sa’îlî řûtim
řeḧimit be mesakîn û feqîran nîye ḧaşa
’înwan û te’edda meke derbareyî derwêş
herçende ke paşay le twêy bergî qumaşa
azarî dił û derdî serim bes bide qurban
çî załim û ẍeddare peşîmane lepaşa
azarî diłî sabîrîNasnava edebî bêçare epirsî?
bê şûbhe dełêy masîye şêwawe le maşa