musułmanan musułmanan nemanzanî nemanzanî

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  472 Dîtin
musułmanan musułmanan, nemanzanî nemanzanî
xezêney dînî xoman da be cîfey ’alemî fanî
le ’îlmî dînewe cahîl le dunya ’alîm û kamîl
le fermanî xuda ẍafîl, le emir û nehîy qur’anî
biłîndî qesrî dunyaman çuwe ewcî felek emma
bînaẍey xanûmanî dîn ewa řûy kirde wêranî