cennet û gułzarî cemałî ḧebîb

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  1241 Dîtin
cennet û gułzarî cemałî ḧebîb
dafî’î azarî ẍerîb û tebîb
hem lebî le’lî to şefabexşî dił
yadî cemałî to enîsî ẍerîb
řûyî řeca nakeme şêx û mela
naçim û gwê nademe we’iz û xetîb
seylî siruşkim wekû tofanî nûḧ
agirî diłyic’il aluldan şîbErebî
zeřřesîfet ’aşiqî xurşîdî řût
têkeł ebê bêxeber û bê şekîb
ucretî řê ḧazre ey can û dił
ger qedemê řence bikey ’enqerîb
ḧîsse, zekatim bideyê ey ẍenî
wacîbul’îḧsanim û řût û ẍerîb
řû qemerê ẍunçe lebê kuştimî
ya eḧed û ya semed û ya mucîb
zamî ciger çî le mekîne û xeyat?
kuşşî bê ḧasłe pîne û terîb
ta gułî řûy yar le min ẍa’îbe
ḧałî diłim zarîye wek ’endelîb
mîhrî řuxî derbikewê min ekem
çeşnî zeře řeqis û semayê ’ecîb
çar û ’îlacim ke le řahî xuda
ẍayetî îḧsane be kwêrî řeqîb
yek nezerî toye ’îlacî diłim
laweke! ey diłberî ’abîd ferîb
ba le temaşayî gułî baẍî řût
sabîrîNasnava edebî bêçare nebê bê nesîb