dił be ummîde ke şa bê şanşîn xałî deka

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  1532 Dîtin
dił be ummîde ke şa bê şanşîn xałî deka
mamełey ferşî ḧerîr û arezûy xałî deka
baweřim naye mezenne, xoy diłî xoy xoş eka
kwêr û keř key tercumanî ḧezretî wałî deka?
cahîlî ebter wesîyet bê ’eqîdey pê meken
sebir eger bîxeyte naw hengiwînewe tałî deka
gerçî emřo mertebey nakes biłind û kes newî
kîzbî meḧze ger biłên ’ellame ḧemmałî deka
gerçî mişkî û xamek û etłes hemûy karî dese
kwêrî maderzade key xurc û beře û xałî deka?
hemnişînî wişkesofî qet meken nef’î nîye
gerçî daym beḧsî şî’rî mewlewî û nałî deka
sabîrîNasnava edebî wirya be ebna’î zeman nizdîke lêt
nek biłên naşî sware řû le cêy çałî deka
sabîraNasnava edebî to çît beser dûnperwerî dewranewe
gwêdrêjî xoyetî ḧez ka be gwê nałî bika