’îlletî kabûsî fîraqî ḧebîb

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  949 Dîtin
’îlletî kabûsî fîraqî ḧebîb
cunete bo şêx û mela û tebîb
çar û ’îlacî nîye sewdayî ’eşq
ya be du’a ya bedewa ya tebîb
lade le xasîyetî êstexrûs
hełgire helîlec û ’ûd û selîb
ẍunçe lebî bo merezim şafîye
carê xuda bîkere barî nesîb
zamî diłî sabîrî sařêj ebê
ger qedemê řence bikey ’enqerîb