41

řabûna tacdîne ji dîwanê di wê demê da, suhtina mal û mulkane di řêya memê da
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 3 Xulek  843 Dîtin
tacdîn fikirî ku bezme boşe
puř zewq û sefa û ’eyş noşe
mem zêde bi ẍusse û melale
çû bal ve û go: bira çi ḧale?
emaErebî bi işaret û mu’emma
puřsî ji memê bi remz û îma
destê xwe ji hoçkê ’eba’î
kêşa û ’eca’bek numa’î
dîtin du kezî ji mişkê tatar
manendî serê du mehre şehmar
gerdayî di paşla memê da
mem maye di heybet û ẍemê da
zanî ku qewî xerabe eḧwal
řabû bi lez û bezî wiçû mal
nageh bi ẍezeb ku çû ji derda
zanî sityê di gel xeber da
gotê: te çi ḧale ey tehemten
te’cîyl çye? kye te duşmen
go: řabe sitî ku min derenge
îro me di gel vê malê cenge
tiflê xwe xelas ke dê biçit mal
mal bo min û ha ji bo te mindal
sermaye’ê ’umrê zindeganî
ye’nî mem û zîn bi dil giranî
mayîne di werteya belayê
min qesde ku ez bidim rehayê
xel vedku jit agirî bi avê
ez dê veku jim bi agir avê
mala xwe ji řengê qewmê zerdeşt
da agir û gazya xwe řaheşt
agir ku digirte xan û manan
wî girte bi gazî û fiẍanan
eqwam û qeba’il û ’eşa’ir
balcimlihErebî bezîne def’ê agir
agah ku bûn emîr û ẍilman
xalî kirin ew sera û bustan
ew jî ku bezîne wê hewarê
wî muttehemî we gote yarê:
tacdîn te dî çi řeng eda kir
mûsa li me beḧrê ẍem zwa kir
řabe tu heře ḧeremserayê
da ez çime agir windayê
zîn řabû we çûye xelweta xas
tacdînî nema ne cil ne palas
esbab û tecemmul û defîne
emlak û cewahir û xezîne
cumle di řya birayî sotin
lew nav bi qencî tête gotin
malî me ḧebîn tu ey nikû nam
ḧubba wî diket mirovî bednam
zinhar! mebe li malî ḧars
lewra ku dibin ji dest te wars
cem’a wî ji bo te ba r û zeḧmet
terka wî ji bo te narê ḧesret
řo ja biçî pêşe destê barî
destê te ji genc û malî ’arî
ev cennet û ev qumaşê dîdar
ey muflisê axret xerîdar
kengî ji te řa dibin muyesser
dê bêne te: mifliso! heř der!
reh şubhetî vê cehanê fanî
mifit nadne paryek ji nanî
malî mede warsan tu meccan
ger dê te bivê hesayya can
wars ji te řa kefen bihayî
ḧetta nekřîn didin hesayî
hêja ku xweşî telef bike mal
balcimlihErebî bide bi ḧusnê e’mal
yan serf bike misalê tacdîn
pê navê ebed ji bo xwe bistîn
yan pê bikře tu yarekê qenc
ew çêtre bo te řa ji sed genc