42

agahya mîr li ’işqibazî û yarya mem û zînan bi ifşa û ilqaya neyaran û muzebzebînan
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 3 Xulek  746 Dîtin
sultanê wilayetê meḧebbet
serxeylê eyaletê meweddet
gava ku ji mekmenê xulûsî
binmît li textê dil culûsî
kengî diketin qebûlê estar
ḧetta ’elema xwe naket izhar
reh şubhetî padşahê encum
tabende ji taremê çiharum
jew çend tebeqatê asmanî
jew çend mesafe û mekanî
jew çend ’enasir û seḧaban
jew çend mewan’ û ḧicaban
naçar diket nufûzê her rûz
elbette dibîte ’alem efrûz
ev padşehê ku ’işq name
řo jê bi wî nisbetek temame
ew jî qe venaşirit çu caran
naçar biker diket sitaran
razî di dilê memê û zînê
sazî ku di perdeya evînê
hindî negehşitibû zebanan
nedbû çu zyan ji bo xudanan
mizrabê zebanê xelqê nasaz
bê perde ku bû terane perdaz
zînê ne guneh memê ne sûçek
agah kirin buzurk û kûçek
zengil bi deva gihan ve zengûl
meftûlê enamlan ji merẍûl
’uşşaq ḧezîn wibê newa bûn
xel teşne ḧuseynê kerbela bûn
mecils bi tewayê zîr û bem bûn
memlu’ ji hewayê zîn û mem bûn
barî li cemaze’ê ne bes bû
ẍemmazê di merteba ceres bû
ye’nî xeberê di herdu yaran
nemmam û ḧesûd û ḧîlekaran
ew çend di meclisan geřandin
ew çend bi qemsyan gehandin
ḧetta bekirê ji řengê iblîs
saḧb ẍerezê xebîs û telbîs
ew jî ji wî ḧalî bû xeberdar
řabû ji cihê xwe ew ẍerezdar
tenha xwe gihande xelweta mîr
alqisihErebî kir ew qezîye teqrîr
mîr hate tehewwira bi ẍîret
bû ẍerqe’ê beḧrê fikir û ḧîret
puřsî ji ewê xebîsê salûs
go: ev xebera xilafê namûs
em dê ko ḧeqîqetê ’eyan kin
seririşte’ê tuhmetê beyan kin?
go: emrî bike memê bixûnin
hûn herdu di xelwetê ku řûnin
mem ’aşiqê sadqe bizan qenc
vêřa bileyîze tu bi setrenc
şertê xwe ji wî bixiwaze dilxiwaz
dê keşif bibit ḧeqîqeta raz
gava ku ew dikî tu meẍlûb
bê: řast bibê kye te metlûb?
mem fêrs û betil û sîne safe
xasma bi te řa ku bê xilafe
ḧubba di dilê xwe naket inkar
sirra xwe diket ji bo te iqrar
sabit qedeme di vê evînê
dê bêt ku ’aşiqim li zînê
paşî tuyî saḧbê kyaset
la’iq wî bibîn çye syaset
ḧukkam ji cinsê şahmarin
esḧabê sumûm û muhredarin
muhran ku didin bizan ku zehre
mihrê ku dikin bizan ku qehre
’aqil ḧezerê dikin ji maran
ẍafil dibne muḧb û yaran
her çend li nik bi ’iziz û nazî
her çend di gel bi le’b û bazî
cuz’î bibtin ji te teẍeyîwir
kullî diketin li te tedebbur
xasma ku hebin xebîs û xennas
bedxiwahê bexîl bin min alnasErebî
teḧqîq xerabtirin ji şeytan
ya reb meke wan qerîbê sultan