40

vegeřyana mîr û mîrzane ji şikarê bi serxiweşya memê û zînêye bi meya dîdarê bi nêçîrya wane ji serda hatna mîre di weqtê êvarê
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 4 Xulek  888 Dîtin
saqî m bigir ku ez bi destim
mexmûr û mey nexwarê mestim
gava ku vexwar mem û zînê
axifit li min cihê birînê
em ’aşiq eger çi mey perestin
emaErebî ji meya elistErebîê mestin
ew mey ne wekî meya te ale
ew mey ji cemalê zwalcilalErebîe
ew ḧubbê ḧebîbê pak zate
qunwanê ḧedîqe’ê sifate
saqî bide min ji bo xudê řa
camek ji meya te duh digêřa
her cur’eyekê e jê bikim tam
yek neş’e bese ḧeta serencam
ew keyfeke meḧzebê kem û keyf
esrareke bê xeyal wibê teyf
da defi’ bikim xumarê dûşîn
hişyar bibim ji xwabê nûşîn
da şubhî memê nebit ku ẍafil
bêt mîrê ecel bi ser me ’acil
řo ja mine ’umrê çûyî êvar
hêja nebim ez ji xwe xeberdar
zîna hewesa dilê hewayî
min dabte nave xwe ’ebayî
mîr hat li ser wî hinde ’esker
zuřna û nefîr û kûs û mehter
dadayî li teblexan û sazan
çawuş seda û gaze gazan
pabend bi ’işqê herdu ceyran
dermande ji pêş yekve ḧeyran
qet seh nekirin ku ev çi řenge
qet guh nekirin ku ev çi denge
mîr go ku vekin evan ẍezalan
pabend mekin ewan şepalan
têk berdene baẍî wan wekî teyr
da em bikirin heřo li wan seyr
xelqê ku ẍezal û gûr û xergûş
xweş girtî li ser mil û der aẍûş
anîn hemî mîrî t jî werez kir
aẍul ku şivan tijî wepez kir
mîr gote ekabir û xewasan
tenbîh bikin nedîm û nasan
da çîn û demek di baẍî řûnîn
lewra ku ji reḧtyan zebûnîn
ew hatne der serayê ’alî
dîtin der û ban hemî di xalî
emaErebî ku derîçe têk guşadin
řeng qur’e’ê texte’ê muradin
ḧazir kete qelbê wî xyalek
zanî ku ne xalye ji ḧalek
mîrê bi weqar û ’eqil û ferheng
tacdîn û bekir xwe dane ber çeng
înane sera ku zîn û mem tê
guh dane seda ku zîr û bem tê
mîr hat bi ser ve dî memê jar
palda’ye balgyê di zertar
kêşaye serê xwe wî ’ebayek
êvare ne şem’ wine çirayek
mîr go: kye ev di vî zemanî
bê ruxsetê min di vî mekanî?
zînê ku bihîst deng nasî
fî alḧalErebî xwe daye bin libasî
mem qet ji cihê xwe řanebû got:
seyda te li min dil û ceger sot
mîrim te dizanî ez nexweş bûm
ḧetta ve duhî qewî neheş bûm
îro me bihîst ku xelq di gel mîr
têkda bi tebayî çûne nêçîr
sebra me nehat di nav nivînan
řabûme di gel evan birînan
naçar biderketim ji xanî
nageh me xwe dî li vî mekanî
mîr go: nexuşan nehin ji bo qeyd
barî te di baẍî da çi kir seyd
go: ez kû bibêm bike tu bawer
dawer bi m řa ku bûye yawer
min dî di vî baẍî da ẍezalek
emaErebî ku ẍezal nebû şepalek
ahûyê sipî û çav di řeş bûn
biskên di syah û bihin di xweş bûn
her leḧze ji nafe’ê tetarî
sed bar ji turreyan dibarî
seḧrayê xuten tijî bitin misk
yek tayê ji zulfê wê û yek bisk
her çende sipî û çav belek bû
emaErebî bi qyasê min melek bû
lewra ku tu hatî ew nihan bû
hindî tu nehatî ew ’eyan bû
tacdîn ji tekelluma wî zanî
zîn hatye ba memê nihanî
go: guh me dine memê yê dîne
malxolye wî ’eqil çu nîne!
i’raz kirin ji wî kelamî
e’yan hemî vêk ketin temamî
saqî û şerab û şem’ xwestin
dîwanekî ḧakmane bestin