39
teqazayê da’ye’ê dîdarê dildar û mulaqate bo memê jar ji cenabê «wahb almiram» û «qazî alḧacat»
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
5 Xulek
1168 Dîtin
her çî bibtin ji xeyr eger şer
bê da’ye nabtin muyesser
ger wesle weger qumaşê dîdar
bê da’ye nabtin çu bazar
ew da’ye cumle remz û ḧaln
belkî ji cenabê zwalcilalErebîn
qelbê te dibêjtin ku řabe
ev sa’ete ’eynê fetḧê babe
ew kûhê weqar û beḧrê mewzûn
’işqê kirbû xefîf û mecnûn
ye’nî ku memê merîzê bedḧal
ze’fê kirbû zyade pamal
řo ja ku ji şehrî xel biderket
sewdayê xeyalê zîn bi serket
bîmarê bi derdê ’işqê sekiran
bê nezcê merez gihşite buḧran
bû qelqeleyek di qelbê ẍemgîn
esla nedbû di xanî teskîn
naçar ji xanî ew biderket
ew da’ye xizir bû bi berket
ew xizir çi bû? teşewwiqa dil
ew şewq çi bû? te’eşşuqa dil
qelbê wî di gel wî bûye baẍî
kêşan û keşan gihande baẍî
zîna ku şevê di řeş di tarî
herdem bi fiẍan û ah û zarî
da’im ji xudê dikir temenna
mem řabit û bête nik bi tenha
nageh fikirî ku mem ji derhat
bîmarê mesîḧ dî bi serhat
zînê ji evîn û şadmanî
fî alḧalErebî nema çu zindeganî
bê hiş kete ser çîmen wekî gul
sed pare ceger ji ’işqê bulbul
mem hat û teferruca gulan kir
seyrek li riḧan û sunbulan kir
go: ey gul eger tu nazenînî
kengî tu ji řengê řûyê zînî
ey sunbul eger heyî tu xweş bû
reyḧan ji te bûyîne syeh řû
hûn ne ji misalê zulfê yarin
hûn herdu fuzûl û herzekarin
ey bulbul eger tu ehlê ḧalî
perwane’ê şem’ê werdê alî
zîna me ji sorgula te geş kir
bextê me ji tal’ê te řeş kir
bulbul ezim ey nikû serencam
bîhûde çiřa dikî xwe bednam
gul yek ne tenê ku sed hezaran
gulşen didtin di newbeharan
me’şûqe ku mislî wan gelek bin
her çend ku ḧûrî û melek bin
ew nabne mûcbê çu derdan
lewra ku hebin li cumle ’erdan
yek bît û nebit misal û hemta
mestûre ji řengê zîn û ’enqa
’aşiq bi çi dê biket midare
bê sebir û mirin ewî çi çare
ev řenge digo ji ḧalê ẍafil
nageh fikirî ku pêş muqabil
zîna ku du sed perî peristar
ḧûra ku memo ji bo giriftar
wê sebze sifet li ser zemînê
bê hiş kirî darwê evînê
zîna ku şebîhî durrê meknûn
fî alḧalErebî ku dî memê cegerxûn
bê hiş kete ber pyan wibê gav
serwê ku gehşite ber pyan av
ẍunçe ji xewa seḧer ve bişkufit
wê bûyî bi bulbulê xwe řa cufit
go: ev xewe yane xud xeyale
ev xewne seḧîḧe ya betale?
ḧasil ku ji paşî sed xeyalan
xasîyetê bûyî zulf û xalan
zînê ku gihande ber meşamê
seydê mirî zende kir bi damê
řabû ku li pêşe destê zînê
fikirî ku du dest di destê zînê
man herdu gelek li pêşî yêk lal
ne nutiq û xeber ne qîl û ne qal
ewwel dikirin bi dest işaret
paşî ku vebû li wan ’ibaret
ew çend kelam bi yek ve gotin
ew çend ji pêşî yek ve sotin
ew çend şeker bi yek ve řêtin
ew çend lebê di yek dimêtin
ew çend qedeḧ bi yek ve xwarin
ew çend qeza ji nû bijarin
çeşim û leb û sîne gerden û dûş
ruxsar û ziqen ber û binagûş
yêk yêke bi dil ji yek di xwestin
hin bûse didan wihin digestin
ew teşnelebêd ji weslê yek têhin
gerden dikirin li yêk du bêhin
zîna ku bi rux misalê şem’an
puř şewq û zya’ û nûr û lem’an
perwane sifet memê bi zahir
cismê xwe û can didane agir
geh geş dibû agirê evînê
perwane dima ji bûyî zînê
herdu di wî ḧalî da ’eyanî
bê perde sera wibê newanî
wan dît di baẍî da serayek
ayîne’ê cem cehan numayek
řabûn û meşîne şehnişînan
řûniştin û herd û nazenînan
hicran dikirin ji ser şikayet
wicdan dikirin ji nû rwayet
dem ebir sifet ḧezîn û giryan
geh ẍunçe mesel letîf û xendan
herdem dikirin qeza û sunnet
ferza wekû bûsene çi minnet!
her çend ku refi’ bûn tekelluf
lêkin evşand bûn teserruf
ew ger çi hebûn ji hev bi hîvî
emma nedçûn qewî nişîvî!
ḧubba di dilan ji ḧeddî derbû
serḧeddê zerafetan kemer bû
’işqa ku ji serḧedî kemale
ava ku ji menbe’ê zelale
elbette xwe dê biket ḧeraset
naket çu qebûlya necaset
cwanî û buhar û baẍ û meḧbûb
aya di dinê çi maye metlûb?
xasma hebtin evînî ẍalb
leb teşne’ê ’işqê herdu canb
êdî çi bibêjim? ez nizanim
bîlimz ke ne swîlye zibanimTirkî