38

reha’ya zînêye ji qeyda te’elluqa eẍyaran, tenhayî û tekelluma wêye digel belg û daran
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 3 Xulek  786 Dîtin
ew ahûyê seydigahê weḧşet
ew banûyê bargahê ulfet
serkelle ẍezalê deştê derdan
sergeşta nihal û baẍ û werdan
pabeste’ê qeydê ’işqê xûnxiwar
seyda ku memê kirî birîndar
dî şehir û meḧelle cumle xalî
xalî bûye kûçe û ḧewalî
tenha û tihîne baẍ û bustan
bê ins û perîne seḧin û eywan
zanî ku zemane bê emane
go: řabe dilo! ’eceb zemane!
furset xweşe da biçîne seyran
da seyr bikîn li weḧiş û teyran
kanê qe heyîn ji wan me hemderd
lewa ku ev ademîne bê derd
teyrek me bihîstye di baẍan
bextê wî řeşe ji řengê zaẍan
lê jar û ze’îf û bê mecale
aşufte’ê řûyê werdê ale
řo jan diketin fiẍan û zarî
xûna xwe dixot şevê di tarî
da’im diketin fiẍan û ẍulẍul
hevdengê mine bi navê bulbul
hemderdekî qence ehlê ḧale
dermanekê derdê min li bale
ey dil were da biçîn nihanî
hêja ku heye me zindeganî
belkî bi nesîḧet û bi pendê
aza me biket ji qeyd û bendê
ev řengehe got û bê teweqquf
zîn hate vî baẍî bê tekelluf
agah nebûn ji wê çu deyyar
ne daye ne xadim û peristar
meqsûd ewê ne ’işretek bû
wê meḧiz muradê ’izletek bû
lew hate vî baẍî ew perîzad
da têr biket ji dest ẍeman dad
her lale li sîne bûne daẍek
her ẍunçe bi suhtinê çiraẍek
her dar li cismî bûne barek
gulnar li qelbî bûne narek
tenha ku xwe dî berek di des bû
ew seng zebane’ê ceres bû
dem dem we dida li deffê mermer
bê şubhe dilê birîn dibû ker
gava ku nezer dikir li avan
xûnabe diçû ji herdu çavan
seḧna rezî bû hewayê bulbul
şadab dikir bi abê gulgul
qedda ku bi řastî senewber
dêma bi zyayê mihrê enwer
ew řeng dida li ax û ’erdê
ew çend dihesû di toz û gerdê
axê dikir ax û ber dinalîn!
daran dikir ah û belg dikalîn!
herdem ku dikir ji derd ya huErebî
mir’atê felek dikir syeh řû
pe jimurdekirin bi řengê sorgul
efsurdekirin bi dengê bulbul
bulbul nedşê bibîte hevdeng
sorgul nedbû bibîte hevřeng
hindî ku di baẍî da nezer kir
beḧsa xwe di gel gulê di zer kir
kay şubhetî ’aşiqan digergûn
wey şubhetî min zerî û zergûn
bergê di we sed newa hezarin
hûn bo çî zerin ze’îf û jarin?
yan şubhetî min di bê memin hûn?
lewra wekû min di puř ẍemin hûn!
bulbul bi gulê di sore meşẍûl
hûn mayîne şubhê min di me’zûl
lewra di ’elîl û derdinakin
lewra di ḧezîn û sîneçakin
hûn qenc ji bo m řa delîln
hûn bo m di ḧalî da ’edîln
xuşkek me hebû ji řengê sorgul
hilgirtye wê ji bo xwe bulbul
ha hiştye bo m ’endelîbek
meḧrûm û sefîl û bê nesîbek
ez jî ji zelîl û bê nesîbî
zer bûme ji hecrê ’endelîbî
dêma mine sore erẍewanî
zer bûye wekî we ze’feranî
carek bidya min ew bi dilxiwah
êdî ne dikir min ah balilhErebî!