37
dastanê bustanê cennet nişanê mîran ku bûye «micim’ albiḧrîn»a ’işqa herdu dilfegaran «mitil’ alnîrîn»a şewqa ḧusna herdu gul’uzaran
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
1 Xulek
1177 Dîtin
baẍek we hebû emîr zeyndîn
baẍê iremê diçû bi mizgîn
her dewḧe ji wî û her tuyûrek
yek qesre ji cennetê û ḧûrek
bo şuştinê dest û pê û çavan
kewser kirbû sebîlê rizwan
herimser bi meqamê sidre serwek
manendî firişte her tezerwek
teşbîhî memê dilê senewber
sed pare ji ’işqê qeddê ’er’er
narinc û turincê şubhî zînê
zerbûyî ji ’illeta evînê
sêv û ruteb û enarê bustan
lêv û zeqen û enarê pustan
şimşad û çinar û hemqedem bûn
xweş saye û řû ’elî himem bûn
zerrîn qedeḧê di mestê lebrîz
reyḧan û binefşe cumle nuxîz
mecmû’e’ê xezrewat û ezhar
şîraze’ê selsebîl û enhar
seḧna rezî mucmela kitabek
her qet’ewfesle feslê babek
goya bi edeb edîbê tencîm
sersefḧe’ê baẍî şubhî teqwîm
cedwel kirbû bi ḧellê sîmab
şeng rif sifet gulê di sîrab
etraf ji sunbul û reyaḧîn
elwan ji xutûtê sebiz û mişkîn
her yek dikirin beyanê eḧkam
bextê syeh û sifîd e’lam