36

çûna mîr zeyneddîne bi seyd û nêçîrê, azadya mem û zîne ji qeyd û zincîrê
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 3 Xulek  915 Dîtin
seyyadê şikarê ḧusnê exbar
kir bo me ku serguzeşt izhar
go: řo jeke xweş bi fesil û eyyam
dewra feleka fena serencam
meşşatesfet cehane dêrîn
tezîyn kirbû ’erûs ayîn
ferraşê qeza bi sun’ê qudret
ẍebra kirbû misalê cennet
her yek ji newal û kûh û deştan
reh şubhetî goşeyêd bihşitan
her rewzeryazê xuldê ekber
her çeşme ji ’eynê abê kewser
her kûh ji řengê tûrê mûsa
ji enwarê tecellyê teyîsa
her nehrek ji řengê e jideha bûn
her sebze bi mu’cizan ’esa bûn
her dar ji feyzê newbeharî
têk şu’le dida ji nûrê barî
her gul ji misalê ateşê tûr
yek meş’elê bê qusûrê puř nûr
her murẍ seḧer bi xwe kelîmek
her tûtî û qumrî yek nedîmek
her nexlê nida kunende her gah
teşbîhî şecer digo: ena alilhErebî
xergûş û ẍezal û gor û ahû
ev qaz û quling û kebik û teyhû
kerker di çerîn li kûh û deştan
ref ref difřîn di nêv bihşitan
alqisihErebî bi iqtiza zemanî
bû fursetê ’eyş û kamranî
fesla bigeřn li geşt û seyran
nêçîrê bikin ji weḧiş û teyran
mîrê ku felek mutî’ê ferman
go: subḧe nebûye qewmê buhtan
řabestî silaḧ û gurz û şimşîr
balcimlihErebî di gel me bêne nêçîr
ḧazir nebtin kesek di seydê
ew dê bimirit di bend û qeydê
xelqê ku ḧeta bi subḧê kazb
ḧazir kirbûn bisat û ratib
fecrê ku nemaye wan ’elamet
řabû di wê şehrê da qyamet
mîran vikirin ’uqab û bazî
şêran dibirin piling û tazî
deririnde û adem û beha’im
ferdek qe nema di şehrî qa’im
dam û ded û ademî û ḧeywan
tifil û sebî aşvan û rezvan
alqisihErebî qebîleya ricalan
fî alcimlihErebî kesek nema di malan
bû ḧeşirgehek li seydê gahan
şefqet nekirin li pê gunahan
ew çend ji weḧşyan dikuştin
goya ku û ḧûş qet nehşitin
deririnde dewende û perende
hin kuştî digirtî hin fikende
çapuk ḧerekat û newciwanan
wan fars û gurd û behlewanan
deririnde diřandibûn bi şîran
peririnde birandibûn bi tîran
meḧbûb misalê şehlewendan
merkeb ’ereban xudan kemendan
çogan di dest di gel gopalan
havêtne gerdenêd ẍezalan
ew şêre swar û bebir û cengî
xûnî kirbûn belek pilingî
ew çend ẍezal ewan kirin seyd
ew çend piling ewan kirin qeyd
êdî nedşên di gel xwe bînin
belkî nedşên ji cih hilînin
kuştî ji xwe řa birin feqîran
girtî bi xwe řa birin emîran