32

mecnûnya memêye ji ’işqa leylayê, wamqya wîye ji derdê ’ezaryê
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 2 Xulek  813 Dîtin
mem jî ji xeyalê řûyê dildar
ye’nî ku ji arezûyê dîdar
bû dînekê dilpezîrê sewda
mecnûnekê bê nezîrê şeyda
ẍalb geřya li ’eqlî dehşet
mu’ins geřya li qelbî weḧşet
ne qablê ḧemlê daẍ û derdan
ne na’lê seyrê baẍê werdan
ḧasil ku nebû wisalê zînê
raḧet çu nebû ji ber birînê
lewra ku du teşte leb di bê gav
bê tab bibin ji bo fiřek av
nageh biř jit ji asmanî
serçeşme’ê abê zindeganî
yek teşne muradê dil helînit
yek sûxte her wisa bimînit
yek kesbê biket ḧeyatê sermed
ê dî diçte mematê mumted
tacdîn ku ew wisal dest da
ew řeng li memê melal dest da
esla ji ẍeman nebû mu asa
meḧza bi kesan nebû mudara
qet’a wî nebû li cih qerarek
esla wî nebû bi kes medarek
ew weqtê wekû diçûye pêş mîr
te digo ku dusaẍe p ê di zincîr
her leḧze ji derd û ah wahê
agir dighande bargahê
gava ku diçûye pêşî tacdîn
ew jare di gel dilê bi nalîn
nedşê biketin medar û suḧbet
nedbû bigirt qerar û ulfet
naçar ji hêşetê diçû dûr
hemdired dibû di gel şetê kûr