31

bulbulya zînêye digel perwane’ê perwanya wêye digel dîwane’ê
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 1 Xulek  897 Dîtin
perwa nedkir bi ateşê ẍem
perwane dikir ji bo xwe hemdem
key ta’rê aşyanê firqet
wey bulbulê bostanê ḧirqet
ey ḧuccetê ’aşiqê di sa’ib
wey mubtilê mudde’yê kazb
merdane dibexşî canî erzan
ḧeyfe ku bimer kiranî lerzan
nawestî demek li ber hewayê
napuxte teleb dikî fenayê
ew lez ji te řa gelek qusûre
ew lerze ji bo te řa futûre
bê sebrî û bê sukûn û bê tab
lewra xwe dikî bi zorî pur tab
napuxte’ê ’eybeke temame
metbûx dibêjnê ku xame
puxte disu jin meger çu caran
fanî qe nabin bi nûr û naran
baqî digeřn wekî semender
wan cisim dibîte canê enwer
wê cisim munewwera melek rûḧ
beyza qemera muqabelet yûḧ
yek zerre ji asman û ’erdan
nedma ku neket di gel xeberdan
jev ademyê di saḧb eẍraz
meḧza dikir iḧtiraz û i’raz
fikira xwe dikir ji ins û canan
sirra xwe digote bê zibanan
ser ta bi qedem ẍerîqê ẍem bû
neqşê dil û can xyalê mem bû