30

mukaleme’ê hemrazê şem’e mudaweme’ê xunřêzî dem’e
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 1 Xulek  870 Dîtin
dem şem’ dikir ji bo xwe demsaz
kay hemser û hemnişîn û hemraz
her çend bi suhtinî wekî min
emma ne bi guhtinî wekî min
ger şubhetî min te jî biguhta
dê min bi xwe dil qewî nesuhta
derdê min û te ji yek bi ferqe
ew ferq ji ẍerbê ta bi şerqe
meşirq tuyî agirê te zahir
meẍirb ez û batnê min agir
da’im disu jit m rişte’ê can
te nasu jitin ji ẍeyrî ezman
pêhtê me li ser di dil peřenge
canê me di gel peřengê cenge
şewqek te li ser serî dyare
sewdayeke serserî dyare
ew şewqê ji bo te řa zebane
ew pêhit ji bo me řa zyane
pêhta ji dilê me daye ser ser
ḧukmî diketin li bayê serser
her çend bi şev dimînî bîdar
subḧan dinvî ḧeta ve êvar
êvar û seḧer bi řo ji eger şev
ez her disu jim wisa li ser hev
geh gah ji dest dilê birîndar
naçar dibû ji canî bêzar