33

mexatebeya memêye digel şetê cizîrê, mucawebeya ji ’işqa bê nezîrê
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 1 Xulek  802 Dîtin
kay şubhetî eşkê min rewane
bê sebir û sukûnê ’aşiqane
bê sebir û qerar û bê sukûnî
yan şubhetî min tu jî cunûnî
qet nîne ji bo te řa qerarek
ẍalb di dilê te dane yarek
her leḧzete jî çi tête bîrê
sergeşte dibî li rex cizîrê
ev şehreye ger ji bo te meḧbûb
ḧasil geřyaye bo te metlûb
da’im di dilê te dane menzil
destê te li gerdenê ḧema’il
hêja ji xudê tu fikirê nakî
her řo ji hezar şukirê nakî
ev çende dikey hewar û gazî
êdî çi muradekê dixiwazî
bêhûde çiřa dikî tu feryad
aware diçî dyarê beẍdad
ger ez bigrîm û ger binalim
wer ez bimirim û ger bikalim
her çî wekû ez bikim rewaye
me’qûle ji bo me řa fenaye
carek li dilê m jî guzer ke
serçeşme’ê çeşmê min nezer ke
derdê dilê min ku bê dewaye
çeşmê teřê min çi maceraye
dîwaneme min perî bi derda
ez dicleme zenberî m berda
westanî û nêrgizî û seqlan
derwaze û ’ummerî û meydan
van seyrgehan tu lê dikî geşt
ez mame ji bo m řa der û deşt