23

’erûsya sitî ji bo tacdînî tehî’e’ê esbabê şahye ji bo tehnîya ẍemgînî
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 6 Xulek  1087 Dîtin
weqtê wekû nû ’erûsê xurşîd
neh qubbe misalê camê cemşîd
fî alcimlihErebî kirin bi rux mucella
goya ku kirin bi zer mutella
meşşate’ û daye û perestar
’işqê kirî cumle germ bazar
çûn zeyn bikin sitî û zînan
nazende bikin du nazenînan
ewwel fikirîn di zulf û xalan
dîtin ku dilan dibin bi talan
gava fikirîn di qewsê ebrû
bûn şubhetî wesme jê syeh řû
fikirîne ruxê di wan di taze
şermende dibûn bi cayî ẍaze
qadir ne dibûn ji surme’ê řeş
ahûyê xuten bikin muşewweş
ser ta bi qedem ji řengê şane
sed se’î kirin ji bo behane
meḧza ji du ahuyan yek ahû
wan seh nekirin ḧeta serek mû
îlaErebî serê mûyekî meyan bû
ew jî bi misil ne ten ne can bû
qet’a ji mexafeta şikestin
qet lê kemerek nehate bestin!
kes dil ne dida çu lê bibînit
belkî ku ji nazkî şikînit
ma dest dida ku dest û pence
ḧenna biketin bi řengê rence
neqşê ku xudê kirî muxeyyer
kî qadre wî biket muẍeyyer
axir geřyan ji řengê me’yûs
ew man û ḧena û řeng û pabûs
zînet ji qedê di wan ḧebîban
bexşîne zemîn tela û şîban
ferxunde kirin bi ferqê efser
tabende kirin bi tacî gewher
serlewḧe’ê sefḧe’ê musenne’
zîbende bi zîwerî muresse’
pîraye ji rewneqa cemalê
bo hale li xermena hilalê
elmas û zumurird û mirarî
xal û xet û turre’ê di tarî
manendê kitabê şa’rane
mewzû’ê bi wez’ê xane xane
ev rewneqê ’arzî û zatî
bû nusxe’ê siḧir û mu’cizatî
ebyat bi cem’ bûne dîwan
ayat bi sun’ bûne qur’an
ew sun’etê ûstadê mutleq
her çî ku didî digo: hu aliḧqErebî
tezîyn ku temam bû li bûkan
ayîn kete çar sû û sûkan
enwa’ê tecemmul û melabis
elwanê cewahir û nefa’is
sed carye û du sed benî çûn
zerbefit libas û zerbenî çûn
naqe bi qitar û der bi qintar
yaqût bi bar û zer bi xerwar
xarc ji te’edduda ḧisaban
xarq li teqeyîwda kitaban
nedhate te’eqqul ev cihaze
nedbûn muteḧemmil ew cemaze
vê debdebe’ê we kirne ’aşiq
bû zelzele řakirin xela’iq
şehrî ji muzekker û mu’ennes
fî alcimlihErebî muzeyyen û mulebbes
teşbîhî bi beḧrê puř temewuc
cunbiş dikirin ẍerez teferruc
nageh geřya bi cûdê meftûḧ
dergahê kerem li keştya nûḧ
ye’nî ku ’imareya sitî tê
qesra perya bi řastî tê
her texte ji ’ûdê sendelûsî
textek xete bendê abnûsî
’erşek ji cewahran muresse’
belqîs celîs û lê murebbe’
dest bestî ji pêşve pîşekaran
zerrîn kemer û guher guharan
sed asfê berxya wekî ba
ḧemmalê dikir bi ’erşê dilşa
hilgirtine ser serê xwe ew mehd
dest dest diřevan ji hev bi sed cehd
ew text rewan wekî gemî bû
beḧra ku bi serket ademî bû
beḧrek ji hewa ku bête cûşî
naçar ji dil diket xurûşî
xelqê cihê cumle ’aşiqane
perwane û şem’ der meyane
sûfî û mela û feqîr û paşa
vêkřa li teferruc û temaşa
xelqê ku ji dest ẍeman bi feryad
ferdek qe nema nebûyî dilşad
her ber derekî şemateyek lê
her mecme’ekî temaşeyek lê
te digo ku ’erûs ’eynê cane
lew bûne beden li pê rewane
sazan mirî ḧey kirin wekî sûr
kûs û def û kerrena û naqûr
şabaş û seda û kaze kazan
guhdar ẍenî kirin ji sazan
vêkřa ku seda ji wan bi derket
qesra felekê seda bi serket
ev ’eyş û nişat û şadmanî
nadîde bi dîde yan zemanî
fulka feleka melek di navê
mewcan ku řeva di weqit û gavê
ev tentene û şi’ar û ayîn
çûn leḧzeyekê gihane tacdîn
tacdîn bi xwe bûye padşahek
mem jî li teniştê şubhî mahek
řûniştî di şehnişînê ’alî
cem’ek ji ekabran ḧewalî
řabûn li teferrucê vewestan
wan cumle tebeq di herdu destan
manendê tibaqê asmanî
yaqût û zumurirdê di kanî
řêhtin tebeqê di wê nisarê
jorda li ’imarya nigarê
emma tebeqê di wan hemî puř
zêř û wereq û cewahir û duř
yeẍmakerê gencê bûne maşa
xîzan hemî bûne mîr û paşa
sed car li hîvya ḧerîsan
xarc ji civandina xesîsan
fazil ji kerameta kerîman
za’id ji xudanya le’îman
xîzan û geda we bûne mun’em
mufils bûne zen perest û muẍlem
xîzan û geda ẍenî û zengîn
şadan û ḧezîn û şa û ẍemgîn
êdî nedbûn ji hev muşexxes
te digo hemî mîr kirin murexxes
têkda di munasb û mwafq
vêkřa di musafiḧ û mu’anq
ḧasil ku ji meqseda seramest
bûn ew der û ban û ew sera mest
hin mest û hinek dîger di bengî
xwanende û be zile weku çengî
her bengî û serxiweşê di buhtan
têk hatne çerx û baz û lotan
bêrîte sema û saz û govend
şêrîn û şekerleb û şekerxend
’ezra û rewal û bikir û murdan
ḧûr û melek û perî û lidan
gul pîrehen û semen qebayan
şekker dehenan û qend xayan
zerrîn kemeran û kec kulahan
tel’et qemeran û xet syahan
sîmîn beden û semen ’uzaran
sêvîn zeqen û memk hinaran
ev mûyê meyan û marê gîso
ew çarde sale çar ebrû
murdan û murahq û mucerred
lawê wekû xet wekî zumerred
xweş deng hinek hinek di xweş řeng
hin cergebezî wihin dîger leng
balcimlihErebî li reẍmê vê ’ecûzê
ye’nî li xîlafî puşt kûzê
kîjê di sivk kuřê di lawîn
manendî benat û mislê perwîn
hin da’re bend wihin di dewwar
hin silsile bend wihin di seyyar
encum sifet encumen furûzan
hefit şev di temam û hefit rûzan
bezma sityê û cem’ê tacdîn
gêřan bi vî řengî zîb û tezîyn