22
şifabexşya tebîbe’ê li derdê ’elîlan şefeqet û merḧemeta mîr li ḧalê zelîlan
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
6 Xulek
1651 Dîtin
xweş weqte ji bo ’elîlê muştaq
xasma ku ji bo qebîlê ’uşşaq
dermanekî siḧḧet û şifayê
mizgîn û beşareta wefayê
nageh bigehîte wan ji derdan
azade biket ewan ji derdan
ew daye ji řeng eristetalîs
ser ta bi qedem libasê telbîs
dîsan ketî sûretê tebîban
ḧazir xwe gihande nik ḧebîban
ew mu jide wekî me gotî gotin
ew sotî wekî ne sotî sotin
emma bi wî agirî we geş bûn
te digo qe nexweş nebûn dixiweş bûn
goya ku ewan ji dest felatûn
xwarin bi yeqîn dewa û me’cûn
řabûneve çûne nik hevalan
çendek ji meḧarim û rewalan
agah kirin ji macerayî
řabûn bi te’essub û tebayî
gava ku ewan bihîst mizgîn
haydan bi tebayî xelq û xwazgîn
hindek ’ulema wihin di ’adil
hindek umera wihin di cahil
řabûneve cumle çûne nik mîr
ev řenge kirin qezîyeteqrîr
key walyê mulk û mal û dewlet
wey ḧamyê dad û dîn û dewlet
tu saye’ê lutfê kirdigarî
îro li me şah û xundikarî
şahî nezera te kîmyaye
mahî esera te puř zyaye
herçî te vexwend ew ’ezîze
herçî te nexwendibî temîze
herçî te kire çiraẍ û geş kir
ger ḧalê xerabe jî te xweş kir
tacdîn eger çi mîrzaye
nisbet bi te bendeye gedaye
hatin ku bikin ji dil du’ayê
fî alcimlihErebî dikin ji te recayê
tacdîn sityê ji te dixiwazit
ew qol bi çiraẍyê dinazit
ew bendeye wî bigêře azad
zîbendeye wî bidêre damad
mîr go ku heçî we dîtî la’iq
elbette ji bo me řaye fa’iq
herçî ku wekîle bêt û řûnit
mewla kye xutbe’ê bixûnit?
’eqda sityê me kir li tacdîn
îcabe eve qebûle amîn
fî alḧalErebîy çeko bezî û pê mîr
teqbîl kir û qebûl teqrîr
mecmû’ê mela û şeyx û mîran
aẍa û ekabir û feqîran
vêkřa bi devê xwe wan sena kir
têkda bi dilê xwe wan du’a kir
mîr go: biqutin def û rebaban
bînin hemî şerbet û şeraban
da bezmeke şadmane danîn
îrohe ku subḧe em nezanîn
dê şubhetî vî demî di xweş bin
ya dê bimirin we ya nexweş bin
ḧublane leyalî ey mewalî
kanê çi dizên ’ilî altiwalîErebî
ev şîwen û şahî tew’emanin
ev çerx û felek di bê emanin
geh nûr numane gah muzlem
geh sor numane gah me’tem
gava ku dibînî weqtê ’işret
da fewt nekî zemanê furset
lewra ku zeman misalê şîre
nabêjtin: ev melaye mîre?!
îrohe ji bo rizayê tacdîn
min jî ji xwe ’ed bikin bi xwazgîn
ev çend zemane ew ẍulame
da’im di ẍulamyê temame
ew hinde di xidmeta m da bû
’umrê wî di ber m da fena bû
şerted şerî’etê wefayê
em jî ji wî řa bixon cefayê
îrohe bi xidmeta wî řabîn
balzatErebî di xidmeta wî dabîn
mêrê wihe kê bitin ku canî
şabaş nedetê bi şadmanî
ger min hebtin hezar û yek ser
wan cumle di řo jekê bi defter
ger ez nekirim fida bi carek
mîrînî li min nebit mubarek
tacdîn ku di xidmeta emîr bû
çeşna wî di dest û çeşnegîr bû
alqisihErebî bi şewketa xwe ew mîr
řabû bi xwe bûye çaşnî gîr
kêşa wî bi meclisa xwe xwanek
goya kire ferşê asmanek
qursê meh û mihrê asmanî
înan te digo bi cayê nanî
ev lengeryê di zîv û zêřîn
şubhet felekê di jor û jêrîn
her seḧnê mezin misalê burcek
serpoş li ser ji řengê durcek
her tebsî û kase’ê di feẍfûr
yek exterê puř zya’ û puř nûr
cedî û ḧemelê di asmanî
buryan û kebab mîhmanî
her kase û tebsyek yek enbar
serşar şebîhî nefsisê emmar
enwa’ê te’amê çurb û şêrîn
elwanê ẍiza’ û nuqlê řengîn
van meşrebe wu eyaẍê çînî
dewran dikirin bi nazenînî
seyyare sifet bigeşt û seyran
herçî ku didî dima’î ḧeyran
narenc û turinc û nar û lîmû
newbawe’ê şaxsar mînû
fanîz û nebat û qend û şekker
mawerd û zubad û misk û ’enber
hindan dikirin me’îde ẍaze
hindan dikirin dimaẍ taze
mecmer geřyan bi ’ûd û ’enber
bûn cumle meşamê can mu’etter
ramuşker û xweş newa û xweş deng
şayeste û xweş qumaşê xweş řeng
hevdeng hinek bi sewtê sazan
hemřeng hinek bi fexir û nazan
muẍnî û kemance ’ûd û tenbûr
çeng û def û zûrna û sentûr
’uşşaq û newa ’iraqî û ewc
vêkřa dikirin bi řastyê zewc
awaze û şu’be û meqamat
bê perde bi mu’ciz û keramat
zahir ku dibûn ji nayê gerdan
ẍaretkirin ’eqil û dîn û îman
saqî şewşîn bi abê engûr
mutirb herşîn bi seytê sentûr
qewwal û muẍennî û ẍezel xwan
mexmûrê syah û mest û sekiran
alqisihErebî li reẍmê seb’ê şeddad
danîn bi wî resmî ’urs binyad
xettatê felek ji dest qelem ket
cellad dikir ku wî qelem ket
nahîd bi ’erdî da dida çeng
meh çû veşrî di burcê xerçeng
keywan di delwê da nihan bû
bercîs di ḧûtî bê nişan bû
dunya hemî bûye ’eyş û ’işret
zala felekê ji kerb û ḧesret
çu ji dest ne dihat û maye ’aciz
naçare ’ecûze bûye kadiz
şeyxûxe’ê çerxê řeng semawî
rehwar sema’ kir rehawî
’alem hemî bûye ’işret abad
şehrî û bedewî ’ebîd û azad
musteẍirqê ni’met û tereb bûn
mustecmi’ê şahî û le’eb bûn
řabûve ku xan ji ber xewasan
saqî geřyan bi cam û kasan
mîr xwendine pêş memo û tacdîn
go: xerc li min memo tu şuşbîn
ew herdu kirin temam melbûs
řabûn bi edeb etek kirin bûs
riřûniştin û pêkve wan vexwarin
ew řo ji bi yek ve rabwarin