24

meqalê işti’alê şem’ê cemalê meḧbûbe, meqamê intiqalê iştiẍalê wisalê metlûbe
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 3 Xulek  867 Dîtin
damanê ’erûsê pakê gerdûn
damad ku kir bi muhrê gulgûn
tarîtî bi ruhnyê ku řakir
ẍem şubhetî zulmetê fenakir
weqtê seḧerê ji řo jê ḧeftê
agir te digo gehşite neftê
germîyetê narê qurbê meqsûd
řakir ji wicûdê ’aşiqan dûd
cem’îyetê xasê ateş û bad
elbette dikit mirovî berbad
ev ’işq û hewa ku bûne dildaş
can û dilî dê biden bi şabaş
sebra şewtandî iftiraqê
têk suhit û qiran û iḧtiraqê
deryayê meḧebbet uştulum kir
aram û şekîb û sebir gum kir
meḧbûb û muḧb ji fertê teşwîr
hatin ku bibin bi şewqê teqdîr
meşşatewmhirban û dayîn
şuşbîn û meḧarmê di tacdîn
mustewcbê weqtê dîn mulaqat
ber mûcb û muqtezayê ’adat
mecmû’ê mubexxiratê mu’tir
memzûcê muferirḧat û muskir
cam û qedeḧ û yaẍ û mexmer
ev misk û zebad û ’ûd û mecmer
mawerd û gulab û ’etrê şahî
alqisihErebî z mahê ta bi mahî
esbabê neşat û ’eyş û ’işret
alatê sefa û zewq û suḧbet
ew çendikirin ewan muheyya
meḧza mirî pê dibûn muḧeyya
araste bû ’erûs xane
dîwar û der û ’urûş xane
řabûne ve xasekî û xadim
hindek di eqarb û meḧarim
şem’ek bi temame’ê mutella
şemsek bi cemale puř mucella
hilgirtine ser serê xwe reqqas
înane meyanê meclisa xas
şem’ê bi zebanê ḧal bê qal
ev řengehe kir beyanê eḧwal
kay ’aşiqê bê qerar û bê tab
ger şubhî minî xudan teb û tab
řabe heře ḧecleya ’erûsê
pabende bibe bi payî bûsê
şem’a te wekî te intizare
şewqa te li can û cismî nare
suhtin ne bese misalê şem’an
bes şubhetî min bibare dem’an
ger ’aşiqî řabe şubhî ferraş
canê xwe bide nisar û şabaş
ey sa’yê meqseda tewafê
wey salkê menheca metafê
ew qible û ke’beya te meqsûd
nêzîkî te bû bi emrê me’bûd
beyt û ḧecer û meqam û ḧucre
se’î û teleb û tewaf û ’umre
barî ji te řa kirin muqedder
ha bûne ji bo te řa muyesser
avî tu rewan be pêşî selwê
şêrî tu heman kerim ke xelwê
tacdînî ji sûretê şemalê
me’nayê meḧebbeta wisalê
zanî bi te’emmul û bi idrak
řabû ji cihê xwe çust û çalak
yarê ẍem û şahyan memê jar
vêřa bûye saḧb û sileḧdar
destê wî di dest û dil di dil bû
bû ḧacbê derge şîr li mil bû
tacdîn bi ve terzî çû serayê
mem ma li derî di gel du’ayê
lewra ku me xûf bû ew mulaqat
melzûme li ’aşiqan mu’adat
ger qismê muḧbib û ger ḧebîbin
elbette bi du jimin û reqîbin
hin dêw û hinek ji wan perîne
hindek di munafq ademîne