25
wisûlê ke’be’ê murad û tewafe û ḧusûlê meqsedê muram û zifafe
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
4 Xulek
1218 Dîtin
zava bi edeb ku çû ji derdan
şem’a ku li pişt ḧicab û perdan
řabû ku ji pêşve çu xiraman
kêşa li zemîn bi naz daman
zulfê di xwe kirne payê endaz
destê di xwe kirne ferqê perdaz
dêma ku bi nûrê bît al’eqsîErebî
qendîlê felek bi wî teyîsa
mexmûrê ẍebûqê derdê hicran
muştaqê sebûḧê weslê canan
jewwel ve li ’adetê mubaḧî
destê xwe dirêj kire suraḧî
nûşî ji suraḧya şeker leb
nûşîn qedeḧek ji mey lebaleb
mexmûr ku defi’ kir meya nab
bihin kir gul û sunbulê di têr ab
geh nergis û lale gah sorgul
reyḧan û binfişe gah sunbul
têk têkve didan û têk dibestin
hin bûse didan wihin digestin
ew çende bi pêkve řadmûsan
newbet ne didane hev li bûsan
elmas û guher cebîn û dindan
tebdîl bûyîn bi le’il û mercan
deryayê meḧebbetê we kir cûş
dest gerden û leb bi leb hem aẍûş
medhûş bûyîn bi wê mudamê
bêhiş we ketin ji ser qyamê
qadir ne dibûn bikin qu’ûdê
gêř bûne bi pêkve bo sucûdê
tekirar ji secde’ê ku řabûn
ew çend bi yek ve herdu şabûn
şekker ji lebê di yek řevandin
sorgul ji ruxê di yek civandin
terkîb kirin ji bo xwe gulqend
tezwîc ku bûn bi yek ve dilbend
sê řoj û şevan bi dil peyapey
wan teşne leban vexwarin ew mey
mustesqyê şerbeta meya nab
axir ku nebûn bi şurbê sîrab
keyfîyetê neş’eya şerabê
kêşane kemalê iztirabê
safî ziqen û beden şefafê
kir meyl û meḧebbeta zefafê
sermest bi dest têk heristin
bû gelte û gelc û dabiristin
dem lêk biçyan û dem cuda bûn
geh têk h jyan û geh diba bûn
dem ew didu bûn û gah yek bûn
geh cot û bi yekve gah tek bûn
tîra ku ji ’acê ber hedef bû
amac bi sefweta sedef bû
amac ku bû meḧellê peykan
duřdane bedel kirin kirin bi mercan
nebil hateve nesil ma di wê da
nesla xwe ji can û dil bi wê da
peyweste bi řo ji eger bi şev bûn
wan puř ji meḧebbetê bi hev bûn
hemware du serxiweşê di serkiş
vala dikirin li yek du terkiş
ger řo ji eger şevê di řeş bûn
ew herdu melek we pêk di xweş bûn
goya te digo du kîmyager
meşẍûl bûyîn bi ’iqdê cewher
ew rûḧ û cesed bi yekve munzem
nefseyn bi yek ve bûne mudẍem
inzalê legen nizûlê ibrîq
tes’îd kirin bi qer’ û enbîq
memzûc şebîhî şîr û şekker
mexlût wekî ḧeyat û kewser
qet’a çu nebû ne xur ne xwabek
wan bîr ne dihat nan û abek
ew hefte temam bûye gerdek
agah nebûn ji ḧalê ferdek
ẍalb geřya li derdî siḧḧet
ẍem çûn veşrîn ji kerbê weslet
nageh seḧerê ji řo jê ḧeştê
rizwan meşya ji nîv beḧeştê
mem hêj wisa li ber derî bû
da’im ewî ser li ser berî bû
hêja ewî mesken astan bû
řo jan û şevan we pasban bû
tacdîn ku ji gerdekê biderket
řo jek te digo memê bi serket
fî alḧalErebî we řenge şadman bû
hem efserê ewcê asman bû
yarek te hebit meger we bîtin
ger dê we nebit meger nebîtin
yarê bi te řa bitin mwafq
sed xizmê di xa’in û munafq
qurban bike qet mebê mixabin
çi dikî bi kesan ku bê wefa bin
qurban bide qet mebêje kîne
bê kêre bira eger bi kîne
yarê te ji bo te řa biraye
hem çave ji bo te hem çiraye