26

ḧîleperwazî û fitne’engîzya bekire ji ḧesedwerzya li tacdîn, ku bûy sebebê mîr neda memê zîn
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 6 Xulek  873 Dîtin
gava ji ’edem xudê kir îcad
ev kewn û mekan ji nûve binyad
mecmû’ê mukewwinatê ’alem
ḧetta ve xelase new’ê adem
eşya bi ḧeseb sifat û ef’al
înane û wicûdê muxtelf ḧal
mewcûd kirin bi hev mu’eyyen
ezdad kirin bi zid mubeyyen
ev erz û sema betî’ û da’ir
ev mulk û melek muqîm û sa’ir
ev nûr û zelam û kufir û îman
ev xuld û seqer biheşt û nîran
ev bard û ḧarir û retib û yabis
ev mîr û geda ẍenî û ba’is
ev ax û hewa û agir û av
ev leyl û nehar wisî û sîtav
ev hecir û wisal û şahî û ẍem
ev mewt û ḧeyat surûr û me’tem
hin nûr misal wihin wekî nar
hindek di ḧelîm wihin di di jwar
van sadiq û řast û xêrxiwahan
van qumsî û xwar û řûsyahan
van ehlê cehennem û ’ezaban
van la’qê cennet û sewaban
nabînî ku pêkve cumle ziddin
ḧikmet çye? bo çî pêkve niddin?
lewra ku nebit eger texaluf
temîyz meḧale hem te’aruf
alqisihErebî bi iqtiza’ê xilqet
mîrê bi kemal û ’iziz û rif’et
řagirt ji bo xwe dergevanek
fettanê zemane sey pisanek!
da’im li derê wî qapoçî bû
qella’ û qelaş û qaweçî bû
emma bi neseb nemerdê buhtan
belkî mutewuldê ji buhtan
eslê wî dibên ji mergeveř bû
meḧza wî beşer bi şor û şeř bû
navê wî munafqî bekir bû
belkî ji belûqya betir bû
menna’ û muzebzebîn û iblîs
xedda’ û xeberbezîn û telbîs
şagirdê şe’ameta wî şeytan
şermende ji guhtina wî buhtan
bed çehre ji řengê dîwê kabûs
bed fi’lê sitîzekar û salûs
tacdîn digote mîr ’eyanî:
mîrim bike der vî dergevanî
ev la’qî dergehê te nîne
ev kelbe nihîndiře bi kîne
her çend se û dergevan birane
ekser se bi mihir û ba wefane
ev řengehe mîr digote tacdîn:
fi’lê di bekir meger nizanîn?!
em qismê emîr qismê aşîn
puř fetil û geřîn û pêş û paşîn
naçare ji bo me aşvanek
labidًErebî ji bo me dergevanek
hindî bi ḧukûmetê dikîn dewr
geh ’edle ji bo me kar û geh cewr
her çend bekir weled zinaye!
aşê me ji wî bi fetil û baye
ev zumre ku zalim û ’ewanin
sûbaşî û şeḧne dergevanin
aşê di me zalman digêřn
dexlê di mezalman dihêrin
aşê me eger çi weqfê ’ame
gewrî tijî garsê ḧerame
wî garsî ḧarsek diçînit
ev ḧarsebo me dê hilînit
ev ’adete nîne xasê mîran
nabînî li ber derê feqîran
wan jî hemî pasban ji sanin
ew jî hemî qismê dergevanin!
sultanê serîrê bê nyazî
nabînî ji bo wî karsazî
hindî ewî řakirin selatîn
deh çend ewî çêkirin şeyatîn
ḧasil di seyê xwe mîr neborî
te’lîl didane ber zerûrî
mîrin hene ew seyê di tazî
nadin bi ’edale’ê di tazî
ew kînewerê xebîs û mudbir
ye’nî bekirê bi dil muzewur
xewfa wî hebû bi xef ji tacdîn
da’im di dilê wî da hebû kîn
weqtê ku bi dewlet û se’adet
ev de’wete bû bi resim û ’adet
xef ji ademyan wekî ’ezazîl
meḧza ẍereza wî kizb û teswîl
tenha wihe gote mîr di xef da:
mîrim te sitî qewî telef da!
ew cewherê tac û tacê cewher
ew efserê zîb û zîbê efser
ew řeng sezayê text û ewřeng
ferzane bi ’eqil û ferir û ferheng
kesra bi keser ji bo wê dînê
feẍfûr bi ẍewr bû evînê
qeyser ji kuřê xwe řa bi xwesta
xaqan ji pêşve dest bi besta
hêja ne di bû ewê tu erzan
ev řengehe serserî bidî wan
mîr go: qe didim eya bed exter
tacdîn û memê bi text û qeyser
řo ja wekû bûye ceng û perxaş
tacdîn û memê du sed qizlibaş
balcimlihErebî bi zirewzend û bin peř
înan ji me řa bi şîr û şeş peř
xaqan çye ez çi kim bi feẍfûr
nadim ez ewan bi rub’ê me’mûr
mel’ûnî ku dî nebû çu te’sîr
ew mes’ele wergeřande tezwîr
go: qence ḧeqîqeta humaman
hemsengê sedaqeta ẍulaman
řo ja vedxon şerabê belwa
gava ku dixon kebabê selwa
çawane di şahî û sefayê
ew řenge di tengî û cefayê
’arz nebtin li wan tebeddul
zahir nebtin ji wan teḧewul
meḧza nekin ev qusûrê xidmet
qet’a nekin ew futûrê himmet
ev zewq û cefa bibin muqabil
ew sidiq û wefa bibin mu’adil
lê za’’e himmeta kerîman
der ḧeqqê nela’iq û le’îman
nakes ne sezayê genc û male
nûres ne munasbê celale
menzûre’ê nûresan şerabe
mexmûre’ê serxiweşan xerabe
puř ’eqlî divêt û puř teḧemmul
nûres bi meyê neket teḧewul
mîrim te nedî kuřê sikender
dayê te nezer.. ji ḧeddî çû der
řo ja ku sitî te daye tacdîn
wî ji alê xwe da’ye memê zîn
mîr go: çi ’eceb nekir bi min piřs
yane qe nemaye wî ji min tirs?
go: ma tu nizanî ew kusane
mîrzaye cwane pehlewane
meydan dye wî cilew řevaye
her çî wekû ew biket řewaye
tirsa min ewe bi kibir û kînê
tuẍyan biketin ji paşî zînê
de’wa nesebê biket bi xald
qesda ḧesebê biket zewa’id!
mîr go: me di dil hebû bi daxwaz
zînê bi memê bikim serefraz
sûndê dixom ez bi rûḧê wald
ḧetta bigehîte ceddê xald
meḧza bi zukûrê neslê adem
zînê bi jinînî ez qe nadem
her çî ji serê xwe bûye bêzar
ha zîn û bila bibit xerîdar
merdê ji ser û riḧa xwe têre
bê xewf bixiwaztin ku mêre
ḧukkam bi batin û bi zahir
bê şubhe muşabhin bi agir
zahir di sebaḧî û bi nûrin
batin ji medare’ê di dûrin
řeḧmê ku dikin ji řengê řo jin
qehrê ku dikin cehan diso jin
zinhar nekî bi wan tu bawer
ger bab û pisî we ger birader
xasma ku muqerrebê di bedxiwah
nêzîk bibin ni’uz balilhErebî!