19

delalet û teqrîra remmalye ji bo pîrê mwafqî «ma fî alzimîr» û muxalfî teqrîrê
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 4 Xulek  1546 Dîtin
ew warsê ’ilmê danyalî
gava fikirî di şeklê valî
fî alḧalErebî di reḧmê ummehatan
bê wez’ê tewulda nebatan
leḧyan û neqî bi yêkve dîtin
tacdîn û sitî bi pêkve dîtin
şeklê fereḧê di gel ẍemê dî
bê perde wî zîn di gel memê dî
ev řengehe gote qasda pîr:
meqsûd bi mekir û kiz bi û tezwîr
ma qet dibtin ji bo te ḧasil?
bê řastiřewî meḧale menzil
te digo ku kuřê di min didînin
nabêjye min sitî û zînin
řo ja wekû çûne geşt û seyran
wan dîne li řê du dîde ḧeyran
ye’nî ku du ku ř di seru qamet
řabûye li wan kuřan qyamet
fî alḧalErebî evan du aftaban
dil çûye ve bal du mahtaban
ew bûne ji ’işqê van di bê hûş
ev bûne ji ḧusnê wan di medhûş
ew şîfte’ê belayê ’işqin
ew teşne’ê kerbelayê ’işqin
ev xateme’ê di wan kuřanin
van jî du nigîn di destê wanin
çawa xemlîne ev kuřanî
ew jî geřyane cil keçanî
pîrê wihe gote şeyxê remmal
min şubhe nema di keşfê eḧwal
lêkin tu bibêje ew çi esiln
qenc keşfê bike ku ew çi nesiln
begzadene ew ’elî meqamin
cindî nesebin we ya ’ewamin?
şeyx go ku di dînê ’işqibazî
bey’ek heye ew dibên terazî
bê şertê kefa’etê rewaye
şertê mute’aqdan rizaye
xasma ku kuřê di van bijarî
duřdaneye yek û yek mirarî
begzadeye yek ji neslê mîran
yek jî bi neseb kuřê debîran
wê saḧre’ê ji bo nişane
dîsan xeberek kire behane
go: ’aşiq û mubtela û dînan
meftûnê ji bo sitî û zînan
ew nabne qablê ḧisaban
nakuncine defter û kitaban
şeyxim tu dizanî ev cezîre
têkda kubera û kurde mîre
iḧsan bike perde’î hilîne
ew herdu melek bibêje kîne
’ehda me we bit tenê bibînim
çil zêřî biçim ji bo we bînim
şeyx go: tu heře bibîn û şaqan
teftîş bike cih û saqan
herçî ku dibêjin ew ’elîle
ew ’ille ji bo te řa delîle
binmê xwe bi sûretê tebîban
bê perde dibînî wan ḧebîban
gava ku te dîtin ew melek war
keşfe ji qumaşî jî xerîdar
xasma ku di destê wan nigînin
menqûş li wan sitî û zînin
řabûve ’ecûze şubhî luqman
ser ta bi qedem dewa û derman
qarûre û ḧuqqe nişter û kîs
hilgirtin ewa xebîsetelbîs
dayî beẍla xwe çend kitêbek
dinma bi ḧekîmekê ’ecêbek
ḧazir xwe gihande pîşekaran
fî alḧalErebî bûye nedîm û yaran
wan go: tu ji kûve tê çi pîrî?
ẍalb tu ji ’ilmekî xebîrî!
go: ger çi ku zahrî ḧekîmim
zêde bi du ’illetan ’elîmim
za’il dikim ez qewî du janan
derdê bedenan û derdê canan
wan go: tu ji bo me řa xeber de
derdê ku li canî bit çi derde?
wê gotî ku hûn meger nebînin
wî derdî ’elametin nehînin
ew derdekî zêde bê mecale
siḧḧet ji wî derdî řa meḧale
dûr bit ji we ew gelî rewalan
ew berqe di sûretê şepalan
gava veddet wekî birûske
bê şu’le û pêt û bê çirûske
bê cerḧe û qerḧe û birîne
navê li wî derdî her evîne
emma we diso jitin hinavan
xûna dilî tê ji her du çavan
wan gotne wê ku xeyrî meqdem
ḧala nexweşin ji me du hemdem
iḧsan bike her duwan dewa ke
derman ke bi new’ekî tu řake
her çî tu dibêjî em wesa kîn
her çî tu dixiwazî em eda kîn
pîrê xwe gihande nik merîzan
weqtê fikirî di wan ’ezîzan
wê gote bi hemdem û delîlan:
tenha me bihêln û ’elîlan
da ez bikerim vî derdî teşxîs
paşî bikim ez dewayî telxîs
hevřê hemî çûne der ji bawan
pîr ma û tenê di gel du lawan