18

tefeḧḧus û tefa’ula daye’ê ji remmalî keşfa ḧeqîqeta wî eḧwalî wiku xatemê asmanê fertût me’na nima nigînê yaqût
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 1 Xulek  725 Dîtin
wê delle’ê bê fesal û muḧtal
subḧê xwe gihande pêşî remmal
zêřek du birin di dest xwe bo pîr
ev řengehe kir zemîr teqrîr
go min du kuřek heyîn di me’sûm
bê bab û yetîm û jar û meḧrûm
řo ja wekû bûye ’îd û sersal
ew jî bi terîqê teb’ê etfal
řabûneve herdu çûne geştê
ẍûlan ẍeletand bûn li deştê
îrohe dema ku bûne peyda
dînin telesin cunûn û şeyda
hatîneve bê libas û tazî
geh geh dikirin fiẍan û gazî
bêhiş dikevin gelek dimînin
gava wekû řadbin didînin
ev xatemene ewan di destin
goya tu dibêy bi van di mestin
ey waqfê remz û kaşfê raz
bêçareme ez tu çare perdaz
iḧsan bike qenc jê xeber de
kanê sebyê di min çi derde
mecnûnye ser’e ya hewaye
çawa merezeç bo dewaye
ey murişd û pêşewayê muqbil
ḧellalê ’uqûd û ḧellê muşkil
sirrek heye wê di van nigînan
peydaye li nik we dûrbînan
esḧabê nigîn bibêje kîne
cinnîne perîne ademîne?