17

tekirar istixbara daye’ê ji kunhê macerayê tesrîḧ û teqrîrê ewane ji keyfîyeta te’sîra hewayê
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 3 Xulek  788 Dîtin
dayîn ḧeyîrî ji macerayê
go: ey ruḧ û qalbê di dayê
hûn çûne teferruca rewalan
farẍ ji te’eşşuqa ẍezalan
şeklê ku we dîtî bê me’ale
meyla we bi qismê jin meḧale
meyla beşerî beşer divêtin
emma we kiçan puser divêtin
kiç qet li kiçan dibin xerîdar?
bê neqdê kuřan meḧale bazar
kuř ayîne’ê cemalê zatin
kiç mezhera pertewa sifatin
bê zat û sifet ’erez misale
cewher nebtin ’erez betale
qa’im dibtin ’erez bi cewher?
bê şems qemer dibit munewwer?
meyla ji ruxê kuřan berî bit
sed car ku ḧûrî û perî bit
ew meyl ko dê biket we meftûn?
ew leyl ko dê biket we mecnûn?
mecnûn ku nebit ’edîlê leylê
leylê ko diket bi leylê meylê?
gul qet li gulan dibîte ’aşiq?
’ezra xwe bi xwe dibîte wamq?
xusrew nebûya swarê şebdîz
şîrîn li şeker dibûye perwîz
ferhadî çewa surişkê puř xûn
neyna neddî swarê gulgûn
jew çendeha ’alema ricalan
begzade û sade û rewalan
dil qet we nebit bi kes ve ma’il
kîjin di edanî û erazil
bê nam û nişan û ẍeyrî me’rûf
qelbê we bi wan ku bûye meşẍûf
ev emre bi min qewî meḧale
ev xewne we dîtî ya xeyale
zînê ku bihsitin ew me’anî
ev neẍme ji perde’î deranî
ev řengehe gote dayeya pîr
ẍalb te nemaye ’eqil û tedbîr
te digo ku bi de’wet û ’eza’im
ḧalê ku xefî bitin dizanim
şeklê ku me dî ne bê me’ale
teḧqîqe ne xewne ne xeyale
wan ger melek û eger beşer bûn
ger qismê nisa’ û ger puser bûn
enguşteryê di wan evane
înane m ew ji bo nişane
remlê tu bi řast eger dizanî
xatem eve dê bizan xudanî
wê şehle’ê ḧîlekar û cadû
go: bîne ji bo m xateman zû
da îşeve remlekê biřêjim
ḧetta sube saḧban bibêjim
ḧazir sityê nigîn deranî
da destê ’ecûzeya zemanî
zînê wihe gote ḧeyzebûnê:
min dil bûye werteyek ji xûnê
gava wekû wertetête cûşê
weqtê ku diket biket xurûşê
teskîn diket ev nigîn dilê jar
dem dem ku didim di çeşmê xûnbar
zinhar eger dibey nigînê
zû bîneve bo m dil ḧezînê
lewra bi wî ye m sebir û saman
ew bu mine xatema suleyman