20

hemsuḧbetya wişaqan bi hemxilwetya miştaqan û waqfya wêye li ser weqtê ’uşaqan
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 2 Xulek  809 Dîtin
bîmar bi derdê ’işqê bed ḧal
nageh fikirîn ku çûne haval
řûniştî li pêşî wan ve zalek
qamet civyay ji řeng hilalek
aheste kelamekî dibêjit
digrîtin û hêstiran diřêjit
gotin çi kesî tu ey dil aram
bo çi digrî wiha bi nakam?
wê go: bi serê sitî û zînê
meḧza ji we řa dikim girînê
mexsûs ji nik sitî û zînan
hatim li we xweş bikim birînan
enguşterî yê di we evane
înane m wî ji bo nişane
hûn hilgirin û bidin nigînan
bednam mekin sitî û zînan
ez qasd û hûn ji bo m meqsûd
hûn min mekin ey murad merdûd
ev mu jide dema ewan kirin gûş
yekcar ji şahyan nema hûş
hişyar ku bûn demek ne westan
fî alḧalErebî bezîne pê û destan
tekirar li dest û pê û dawan
sed bûse didan ewan du lawan
dayîn ḧeyîrî ji iştyaqê
berda girî yê ji iftiraqê
go: ẍem mexon ey murad û meqsûd
mizgîn ji we řa bi ḧeqqê me’bûd
tewfîqê refîq bitin ji barî
ez dê we bikim bi siḧirkarî
hûn cumle li ’erdekî cema bin
her çar bi meqseda xwe şa bin
nam û neseba xwe hûn ’eyan kin
sirra dilî bo m řa beyan kin
da ez vegeřim bi van nigînan
tesxîr bikim sitî û zînan
te’cîl bikim ji bo sewabê
zû bêmeve ez di gel cewabê
tacdînî nigîn ji dest deranî
da destê ’ecûzeya zemanî
mem tê fikirî ku bê nigînê
kengî diketin medar û jînê!?
go: daye tu min bigêře me’zûr
kî canî didit ji dest xwe destûr
ev xateme isme ger tilsime
min can ewe qalbê m cisme
ey daye tu qasdê ḧebîbî
bê şubhe li derdê min tebîbî
sedqe serê zî alcimalErebîê zînê
mestîne ji destê min nigînê
gava tu diçî ve ey wefadar
ev řenge ji min bibêje dildar
ew şahe eger çi ez gedame
eltafê şehnişehane ’ame
ez bende ne la’qê û salim
xursende bi sûretê xeyalim
razîme ji ew qeder cemalê
min bînte xelweta xeyalê
her gah ji ahê dil bitirist
geh gahê li ḧalê min bipřisit