debê dił wîs’etêkî wek felek zyatir we kef bênê

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  1643 Dîtin
debê dił wîs’etêkî wek felek zyatir we kef bênê
şew û řojî fîraq û wesłî dulber ta biguncênê
dexîlit bim kuřî emřo be, ferda wa dekem hîçe
çi ferdaha tya nekirawe karêk û buwe dwênê
zûbanî ḧałî perwane le wextî sûtna deyut:
kesê warîsme wek min bê, le ’işqa xo bisûtênê
řeqîb ełbette îmşew şeq deba, canane êware
be ’uşşaqî teqebbul da lebatî sed du’a cwênê
be ẍeybet kirdinî em bê newaye tûşî xecłet dê
biłê wa’îz bes em mêrûle bixiwa, wazî lê bênê
denî teb’î weha ẍałb buwe, fîr’ewnî em ’esre
ne wek mûsa, le kin cû pare bû îmanî pê dênê
mebziwe meḧuyaNasnava edebî lem řêgeda ta debye xakî řê
umêde destî gerdit her dega axir be dawênê