le sayey dewrî çerxî sufle perwer lek be lek dedwê

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  1567 Dîtin
le sayey dewrî çerxî sufle perwer lek be lek dedwê
segî awatexwazî êskî wiştir le şek dedwê
debînim şêrî şêr efgen dełek kewłî deka, debyem
be kołê kilkewe řêwî legeł kewłî dełek dedwê
debînê bayezîde, wek yezîdêkî debînin xełq
be bê perde şeyatînî le eḧwałî melek dedwê
ne nawî řoj û meh birdin, ne basî sedir û şeh kirdin
muweḧḧîd her debê her yek binasê, her le yek dedwê
muneccîm ’umrî zay’ bû le beḧis û fîkirî eflaka
ke pîrêjin hemîşe her le eḧwałî xeřek dedwê
be taqe fexrî kîsra, her xeweřneq fexrî nu’mane
denî hîmmet wehaye her legeł kuçk û kełek dedwê
zemaney sufle perwer wa řewacî sufleyî dawe
ke daym ew deme swêre legeł nan û nimek dedwê
pekî têda řeqîb ew şoxe kuştinmî ke lê pirsî
îradey karî xêr ełbette şeytanî le fek dedwê
mûmeyîz çerxî keçřew bê, nekey meḧwîNasnava edebî kemałit xerc
zubanî têẍî ew derḧeq be ḧerfî min le ḧek dedwê