diłim derhat û to her der nehatî

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  8750 Dîtin
Dilim derhat û to her der nehatî
2022
Bi denga: عەممار ڕۆستەمی (چیاکۆ)
diłim derhat û to her der nehatî
nehatî, her nehatî, her nehatî
ke em xende û qise û lêwet heye to
le batî şekker û nuqił û nebatî
dedey wadem be qetił emřo, sibey hîç
eto şahî, çye wa bê sebatî!
le dinya cennetî xo dîwe her kes
ke to bî ḧazrî wextî wefatî
eger řoje, bitî min! her bitê bê
serewjêre ke to wek řoj hełatî
ke xizir ew xak û xołî berderey dî
witî: to xakî ya awî ḧeyatî?
řuxîşî kirde ew la, deyşîpirsî
be şoxî, şahî min, to bo çî matî!
ke daẍî sînemî dî, derdî damê
witî: morit heye, saḧêb beratî
ke şîrîn û teřî dî şî’rekanim
witî: meḧwîNasnava edebî ke mîrawî fuřatî