nełê merdim ke dinya piştî lew ew řû le dinya bê

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  3181 Dîtin
nełê merdim ke dinya piştî lew, ew řû le dinya bê
ke pûrî załe, bo çî pîre załî pê řeza nabê!
le derwêş û le şa em faḧîşe axir deka ḧaşa
ger ehlî ẍîretî, ber lew le xoy û ehlî ḧaşa bê
eger tacit le ser ka, sertî pêwe qut eda axir
mubarek key debê ew xel’etey wa xel’î le dwa bê
sibey xakit be ser, wek min debê tiḧit alsّrîErebîbê cêt
biła emřo ke xewtî mesnedit textî sureyya bê
le ber her dadeřnirê cil, çi pînawî, çi çînawî
debête luqme luqme paqle ya paqlawa bê
bira, fikirî çira! kîbrîtî firset ta le destaye
şewî yelda le pêşe, řojî ’umirit wexte awa bê
bikeyn ah û fuẍan û agirê berdeyne xan û man
xerabatî meḧebbet ḧeyfe bê aşûb û ẍewẍa bê
legeł feryad û girye ḧazre feryadres meḧwîNasnava edebî
lîbkuwaErebî řê deda pîrî terîqet tîflî sawa bê