le basî zilifta cana qisûrim bû be mû fermû
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
475 Dîtin
le basî zilifta cana qisûrim bû be mû fermû
řezam hełmawesî emma ne ałozî beşertê mû
le daẍî zîwî piř ẍeş bote berdî řeş miḧek yařeb
beçî bim min le daẍî kirdewey hemsayeyî bedxû
qebałey feř û îqbalim bidatê namewê çunke
jinêkî herzeye dinya ke ḧaşa her deka bo şû
hemû kes her egate şeşderî nerdênî em dehre
be dû şeş bê, be dû sê bê, çi emřo bê, çi ferda zû
nîqabî şewqî yekřûyanî dinyaye syeh bextî
çi bakî şew bû ke řojî cîhan ara ebû dû řû
le hemřazî řeqîb em şoxe ḧeyranim ke sił neka
meger î’cazî ’îşqe seg dekate nobeçî ahû
le hatûçoyî dinya ḧemdîNasnava edebî îstîẍna bika ḧeqye
neçû kes bêtewe emma ewaney hatuwe her çû