wexte sałêke ke řojêkim nedîwe her şewe
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
457 Dîtin
wexte sałêke ke řojêkim nedîwe her şewe
mirdine em ḧałe ya axir zemane ya xewe
bê wefayî ger nebê řastî le negbet ’aczim
řebbî bînêrî ecel qa’îmeqamî em ewe
em diłe let bê le zułmî xesmî kafir ’acze
dilberî bê şerit dezanê wasîtey ’îczim ewe
şu’le kewtote derûnim ḧîsî řûnakî ekem
berqî ahe ya tilû’î şemsî saḧêb pirtewe
wesłe ya hîcran bê weqfe girohî ’aşiqan
yek beyek ḧemdîNasnava edebî ełên namerd zemanî serřewe