wexte sałêke ke řojêkim nedîwe her şewe
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
432 views
wexte sałêke ke řojêkim nedîwe her şewe
mirdine em ḧałe ya axir zemane ya xewe
bê wefayî ger nebê řastî le negbet ’aczim
řebbî bînêrî ecel qa’îmeqamî em ewe
em diłe let bê le zułmî xesmî kafir ’acze
dilberî bê şerit dezanê wasîtey ’îczim ewe
şu’le kewtote derûnim ḧîsî řûnakî ekem
berqî ahe ya tilû’î şemsî saḧêb pirtewe
wesłe ya hîcran bê weqfe girohî ’aşiqan
yek beyek ḧemdîPen name ełên namerd zemanî serřewe