řoywanin xwa pêdaw û mawewen xwa pênedaw

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  463 views
řoywanin xwa pêdaw û mawewen xwa pênedaw
xozge bew seydane bê perwa çûn û kewtûne daw
ger serim têda biçê nawî bibê her xoşe pêm
xoşe perwane bisûtê nawî to hatote naw
kullî subḧê zû be şorî girye xwênawî ciger
daẍî dił şubhey nîye bînatre elbet le çaw
karî ’aqił nebuwe emnîyet le dił řêşî qedîm
meste ger saqî şerabî kirde naw şûşey şikaw
jinyetî dinyam be ḧeqqet êste bo saẍ botewe
her kesê emřo ke pyawî jin nebê nabê be pyaw
seydî seḧra musterîḧin her du’a bo şêx deken
emrî dawe ca lenaw şaraye nobey xûgeřaw
bo biřîne destî kurt û darî bêber sewz ebin
seru û min pêman ḧerame fîlḧeqîqe nan û aw
kê le baxeł ’aqłêka şahêdî meqsûdî dî
beş biřaw û diłişkaw û nabekamin natewaw
’îzzet û zîllet ke yadî dîdeyî ḧemdîPen name biken
qaçî eşkê ’îzzet û zîllet be anê dê be taw