kê hîlalî dîwe şeq bê mahî nexşeb bê be go

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  443 Dîtin
o
kê hîlalî dîwe şeq bê mahî nexşeb bê be go
tîflî çawî yar eka yarî beser kułim û biro
koyî yarim pêmede zahîd be cennet ’alemê
berde baranim deken çonî bidem gendum be co
min le řêy ’eşqa le pîrî kewtûm wek darî şexis
şaxî umêdim xerîke derbika taze çiro
mujdeyî pişkûtnî demtî be gułşenda seba
ẍunçe wa têkçûn be qiřçûn her be miştî xo bexo
xwênî min ger xot le pêy egrî zerîfe bimkujin
min bisûtênin eger demken be kil bo çawî to
bonî ew zilfe be řojî řûtî kird şewbo witî
min ke şewbo bim emîşim naw ewa na řojbo
basî ew xałe weneşey mil şikand bê hoşî kird
xo feqîre lêşî hełnasê bisûtê bênî so
destigahî qudretî taqe ’ecayb derdexa
em nîgare her le řiştey bergî gułye tanupo
’îzzetî nefsî gedayan sifreyî sułtanîye
dûdî ahe nanî germî ḧemdîNasnava edebî eşkî aw û do