řefîqî min be şew teyrêke degrî da’îma taqe
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
835 Dîtin
řefîqî min be şew teyrêke degrî da’îma taqe
îtir boçîme hemdem namewê em gunbed û taqe
be fermanit îta’et her dekem takû nefes mabê
le diłta herçî teklîfe bifermû ger hemû şaqe
eger meylit be bergî etłesî eflake parçe kem
gułî estêre şîrîne newek guł surme û taqe
îdarey meş’elî ḧusin û cemałî toye meqsûdî
xuda lem şewketî eflak û tenzîmatî afaqe
ezel merbûtî zilf û řûmetî toye dił û řoḧim
eger îman eger kufre leser ew ’ehd û mîsaqe
be îstîḧqaqe îḧsanit eger ehlî besîret bê
şehnişah û geda seyrî meqamî koyî ’uşşaqe
mecaze mertebey ewweł kesê meylî ḧeqîqî bê
îtir ẍedre be ḧemdîNasnava edebî ger biłê wa’îz bed exlaqe