piř gułe û ’enber weten xakî wekû camî bilûr

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 18 Xulek  3222 Dîtin
piř gułe û ’enber weten xakî wekû camî bilûr
piř be çeşmey awî řoşin mîslî çawî piř le nûr
xatemî pencey suleymanî nebê nembîstuwe
kêwî yaqût û zimuřřud qubbe qubbe sewz û sûr
deştî fabrîqey guł û sewze û řeyaḧîne behar
badî ’ettare ke dênî qafley muşkîn le dûr
hewrî řûy řojî le lutfa wek nîqabî nazî yar
tîrebarane le qehra giř ke dênê wek tenûr
wek beçey beqał egêřn her beser mîwe dirext
deste deste tepłe tepłe tirş û şîrîn mizir û şûr
zor keřet emut beheşte mutłeqen gořawe lêm
piř be seḧra zerd û sûr û piř çemen ẍîlman û ḧûr
xo be dû dîde felek hêşta ke emsalî nedî
muddetêke çaw degêřî geh le xwar û geh le jûr
wez’î ałesyaw û berzincem leber çawe dełêy
meskenî fîr’ewn û mûsaye meqamî nîl û tûr
wa henasey dayewe mawe şukir hêşta weten
pêm dełê lade le wesfim bo dekey teb’en ẍirûr
’umrî nûḧit bê le ewsafî mina serfî bikey
key dekey wesfî sefay subḧî beharî şarezûr
to biłê bew taqmey sałê ke nêrin sałê mê
bo çî kolaren debin gahê be xał û geh be pûr
ya le min dûr kewnewe yaxo ’îlacim zû biken
ta dyarî lê nedawim ’îlletî pîsî ’eqûr
ya becarê em du’ayem bo biken êwe û xuda
her le gewre ta biçûk û her le jin takû zikûr
řebbî mûy lê bê zimanî pencekanî hełwerê
her kesê gułşen be derdî kułxenî dozex berê
kotełî dest û qełem takey mîsalî esp û zîn
bo weten ḧemdîNasnava edebî degêřî besyetî giryan û şîn
yadgarî bo xelef cê bêłe ’îbret bo beşer
çon kira pamałî mîllet ẍesbî serwet hetkî dîn
’alemêkî bê ser û pê kird le qeřnêka zeman
destî însafî ke derhêna le çînî astîn
bazî çî bazîçeyê temsîlî şahî pê ekird
serserî bûmî řefîqî serserî wêran nişîn
her be dûrî têgeyştim ca qelêkî řûřeşe
bo qiřan û bo qiřanî mîlletî kewte qiřîn
kewte teşkîlî dewa’îr nawî ehlîyet be fêł
xettî ser lewḧî zeman bû herwekû neqşî nigîn
řojî kurd şêtane her şew bû serî hênayeder
çepłeřêzan bû be carê ’alemê eyut bijîn
seyrî ewza’im ekird her pêkenînim pê ehat
mutłeqen emut emane saḧîbî em ’eqłe nîn
taqmê îẍfalî swênd bû desteyê ḧeyranî zor
ye’nî qîsmê şadman û fîrqeyê mat û ḧezîn
gurg û çopan wiştir û qezaz zîn û gay şêt
mêrûle û textî suleymanî ’efarît û nigîn
buxil û şahî zuhd û mestî ’eqił û şêtî kîbir û zîl
sebḧe û fîşekilẍ û darî sîwak û mał biřîn
cem’î em ziddane çunke daxlî mentîq nebûn
da’îma emut eme dêwin dirincin axo çîn
taqmêkî taze kuřey řûtełe ca derpeřî
’alemê zanî emane ewwełî axir şeřîn
ew şewî neḧse ke î’lanî milûkîyet kira
tif kira emca le dest û hełkira damen le qîn
şête şî’irim sware tawit lê edem xot řagre
dastanêke bibête ’îbreten lînnazrîn
bo fiřêt da kewł û keşkuł û ’esa netbîstuwe
luqme nanêkî be derwêşî nedawe małî zîn
çapukî û hîmmet ḧeqîqet qabîle tenha be xoy
ḧîret efzaye ke kewte exzî pare û serfî kîn
wa weten dîsan ełê carê du’akem bo biken
ca binûse dastanî ew girohey serserîn
řebbî mûy lê bê zimanî pencekanî hełwerê
her kesê gułşen be derdî kułxenî dozex berê
basî teşkîlatî sanî her ekem bo pêkenîn
kemtirîn bû gewretir hem gewretir bû kemtirîn
na’îlacim îsim û şuhret bas ekem ’aciz mebin
ta bibînin şikłî wez’îyet be carê qar’în
koylî mulazim wezîrî xaseyî qołî yesar
îbnî serimizgewt wezîrî muşfîqî qołî yemîn
katbî mabeyn bû tahîr tercemey ḧałî bikem
pîs debê dîwan le paşa musteḧeqqe bo diřîn
ḧeyfe te’rîfî řeşe û ’emî û eḧey dayeneke
nakirê e’zan emane çunke ’uzwêkî berîn
xezne kîsey baxeł û mesref řeşey ḧacî fetaḧ
ḧamîlî sînî ḧemał û zerfî piř maşênî şîn
tabî’în elwat û herze qatîl û diz bû hemû
ehlî wîcdan û şerîf û têgeyştû munkirîn
zabtanî ’eskerî zore û ziře ewła dirêj
herdû cilxiwar û qiłîş û yunsî bacî hemîn
emrî yewmîye hemû her ḧepis û zincîr û ceza
fikirî leylîye hemû her kuştin û yiẍma û dizîn
ḧakmî şer’ û ’edil meḧkûmî ’alem marfeşel
muxbîrî sadiq bû kazîb su’î zen ’îlmul yeqîn
qehweçî û pêş xizmetî dîwanî ’alî dû sime
em bû meşhûrî qulî bû ew bû me’rufî şelîn
muḧterem me’mûrî teşrîfatî dewłet bû wisû
nazrî ferşe řeḧe bo xełwetî ame emîn
ca’îze bo mîllet û kurdayetî bê řeşbełek
bacî řeḧme bê qezabî nayełî řêk hełpeřîn
gerçî êsta mirduwe mewqi’ye basî her ekem
nanewa gwê řep bû şexsî ewweł û meclîs nişîn
cerde şêx sałḧ ke murşîd bû legeł derwêşekan
min ke wamzanî le kuřřey ḧełqeyî zîkira fiřîn
seyrî sîret ken ke sûret řûkeşêkî sen’îye
gurg deçête pêstî meř załim debête post nişîn
nawî cem’îyet mucahîd bû wezîfey cya cya
deste deste qatîl û diz bo ’îbadî muslîmîn
basî nefsî xoy be fezłe min ezanim muxteser
aşkare qîmetî gewre be te’rîfî qerîn
nawî ew wexte be qanûnî tebî’et danra
çerxî çefye û zilf û kakuł dewrî ser sing û serîn
hate der bo sałî te’rîxî «ke wa axir şirî»
kewte banewban be yadî bane bûne qel fiřîn
wa be ḧîddet çawî hełhêna weten dîsan ełê
min hîlakim bo xelef to çarecoy û dûrbîn
wazḧî nałêy deway derdim be tewrîyey biłê
şîne yasîne dexîle çarî yasîn çarî şîn
ca du’akem bo bike emma wekû wêrdî ziman
ta seraperdey felek mawe heta ferşî zemîn
řebbî mûy lê bê zimanî pencekanî hełwerê
her kesê gułşen be derdî kułxenî dozex berê
xełqe gwê bigirin le feryadî perêşanî dexîl
destî ’îbret zû berin bigirin be damanî dexîl
êskî xan û qeyserî kurdane bûne xişt û berd
wa le meydana kiraye qeyserî xanî dexîl
her nîhalî qeddî meḧbûbanî kurde nêjran
seyrî em însafe baẍe û cêge seyranî dexîl
her ciger parey ’ezîzî ’arîfî qewme kewa
bo demaẍî mar û mêrû bû be biryanî dexîl
nîsfî mał û serwet û řoḧ û ḧiqûqî ’alemî
bû be neqid û cins xiraye taqe gîrfanî dexîl
etłesî gerdûn ke pêwaney eka xeyyatî dehir
kurte bo bałay tema’î taqe ’uryanî dexîl
kuřřeyî erz têrî naka çawî tenha birsîye
kwa ełê hêşta zemînî her be qed nanî dexîl
gwê le tezwîr û řya û efsane megirin esłî dîn
her zekate û řojuwe û ḧec fetre îmanî dexîl
ẍeyrî bednawî le tepił û def umêdî çî deken
firsete emřo le sing û tewqî serdanî dexîl
zeḧmetêkî meḧze dewłet cê bimênê bo xelef
ew ke neybê ḧeqqî jînî emin û amanî dexîl
firsetî emřoy nedî eslaf û nabînî xelef
ême mes’ûlîn be komeł dadî efẍanî dexîl
wa weten dîsan ełê carê du’akem bo biken
ca le duxtorî bisênin toze dermanî dexîl
řebbî mûy lê bê zimanî pencekanî hełwerê
her kesê gułşen be derdî kułxenî dozex berê
agirê bigrî felek řebbî bibîte yek şerer
menbe’î îfsad û fîtne karxaney şor û şeř
herdû çawit řebbî kwêr bê ta qyamet hełneyê
xan û manit wek esasî ême bê zîr û zeber
dek be çawî çiłkin û tîrî qezawe bî ke subiḧ
çaw hełênî çon dekey em xełqe dûçarî zerer
boye çawit wextî meẍrîb lêk enêy bikirêtewe
babî tezwîr û terîqî fîtne meydanî xeter
bo emey destî binexşênî bibê enguşt numa
damenit hełkirduwe bo řiştinî xwênî heder
’alemit xistote jêr dawênî řeḧim û ře’fetit
her le kurdî bê newa xesmane bestûte kemer
her minałî bigrî fewren bo emey jîr bêtewe
mîslî bazîçe gehê şemsî dedeytê geh qemer
her be nazkêşan le řêgey derdekey mindałî xełq
nawî xoy nazanî axir win eka şwênî puder
wa serit şêwand le ’alem kewte ’eksî îqtîza
derbeder bû cê nişîn û cê nişîn bû derbeder
daweşêy bo dewr û çerixt dařzêy bo hey’etit
wa debê tenzîmî dinya wa dekey teskîn beşer
layqî textî suleymanî buwe mêrûleyê
xerqeyî mûsa ’esa ’adet buwe bîkate ber
nawî pijder bo çî bote îsmî e’zem her kesê
wek suleyman saḧîbî dêw û nigîn bê kirdye ber
boç teqîley qûç û lapêçî kirêşey dařzîw
ew kiławey sexrî cînne pijderî nayane ser
her segê carê weřî yaxo kerê nextê zeřî
to dem û milyan debê piř key le luqme û toqî zeř
min ’ebes lomet dekem bê sûde te’net lê edem
ey supehrî bedsiruşt û bednîhad û bedguher
xo weten nutqî nemawe wa îşarem lê eka
ye’nî lome û te’ne besye wa buwe elbet qeder
întîbahe bo xelef lem wexteda nabê witim
min le basî wez’î salîs çon bikem serfî nezer
ca witî wextî du’akey pêşuwe fikirit neçê
ger enûsî basî teşkîlatî salîs muxteser
řebbî mûy lê bê zimanî pencekanî hełwerê
her kesê gułşen be derdî kułxenî dozex berê
cebrî nefsî pê dewê xełqîne kesrî î’tîbar
î’tîbar û nefis eken lem base çunke înkîsar
řûy zeman řeş bê le merdan řû ke wergêřê îtir
dêne meydan biłḧ û namerd têk eden řesim û şî’ar
zor keřet emut ke bê ’eqłe kerîmî tazemîn
esp û ker, gacût û êstir, pêkewe deyka qetar
nem’ezanî wa le xatrya zeman řojê debê
kîseł û qirjang û qořî pêkewe bigrête bar
seyre ḧeywan her yekî xulyayekî kewtote ser
berx ełê bûme pîrens, meř wa dezanê bote çar
îddî’acon weḧşîyan bîlxase qurnawîlke ełê
min exwênim payz û zistan û hawîn û behar
sef be sef qaz û qułing ewcî hewayan girtuwe
bo ḧerb em dû girohe lazme bidrên qerar
řêwî kilkî da be erza kwa witî cêgey çeqeł
xizmî xome em çeme wêran dekem nexrête kar
şêr witî nawî piłing emřo le nawaye biłên
řêwî bêdeng ken syasetman neka ba aşkar
kê le yadî mawe mirduwe qazî zuřnajen keçî
bû be qa’îmqamî ew wirçê be nawî muste’ar
lazme bo meclîsî leqeleq binêrin taqmê
dem diřawî têrnexor û hîç nedîw û zehirdar
bo eme carê seqaquş bang biken ewsa biłên
otumobêl ḧazre mêrûle bêt û tûlemar
îddî’ay piř pêstî xoy pare eka mame simor
îrsîye kewłî biken lew dare zeḧmet bête xwar
çunke famîlyayekin esłen le cinsî qořîye
mesnidi’arayî xelafet bû cenabî sûsemar
ey pişîley quř beser goř hełtekêne way le kwê
wa tilî lîlî deken mişkan leser banî ’emar
xadîmî pêşûy suleymanî debû dêw û dirinc
çerxe emřo kîseł û qořî debête karguzar
şikłî em wez’ey be xew ewsa eger eydî emîn
şête wa êsta debû ew wexte bê şubhe behar
her zemane em ciř û canewerane yek dexa
her zemane em gij û gyaye le gułşen ka bijar
«qurî nûsîwye le piştî kîselî» te’rîxekey
natewawî bo feqîre ta gunî lêkird be çwar
nawî xełqî bo berim şubhî gelêkim pê witûn
xwêndewarîne bitaşin şubhî baqîkey le dar
basî weḧşîm hênde kird teb’im xerîkî weḧşete
saqya lutfen ’îlacî şerbetêkî xoşgewar
tu serî pîrî muẍan û tu milî mînayî cam
tu nîgahî çawî pyałey piř le xemir û piř xumar
tu serî kułmî letîf û nazkî gułřengî dost
tu şikenc û tûřeyî zulfî syahî mîşkibar
derdî min derman be cam û řetłî piř mey nakirê
bimbere berpayî xum xim kem beserda car car
dabgîrsênim be nûrî mey çiraẍî fîkiretim
kîmyayî teb’î meẍşûşim bikem safî be nar
metłebêkim min be dinya nebuwe amałî be kes
her le lutfî to dekem emřo emende întîzar
řabîtey pîr û silûkî meslekî řendan ekem
ta dû’akem zû bigate dergehî perwerdigar
řebbî mûy lê bê zimanî pencekanî hełwerê
her kesî gułşen be derdî kułxenî dozex berê
bo hewa ałoze bo çî lêł û sûre asman
gêjełûkey negbete yan fîtneyî axir zeman
hewrî qehre mewcî deryayî ẍezeb dênête coş
ya fiẍan û dûkełî ahî henase serdekan
řengî guł bo çî peřî bulbul diłî bo çî şika
nakirê ewweł beharî şadmanî bê xezan
befre barîwe leser bextî řeşî xakî weten
ya be dem şestîrewe mêşkî hejarane pijan
bo weten zerd hełgeřawe bergî sûre şîn eka
řenge eşkalî şehîdî bê newaman danîşan
wek birêşke qirçeqirçî cergî sik sûtawe dê
ya guřey metralîyoz û qirmeqirmî topekan
em hemû lawe nemamin nêjran lem baẍçeye
řîşeyî kurdayetî bû ye’nî boman nêjran
cejnî qurbane silêmanî be mezbeḧ danra
kurd meřn boye be carê her lewêda serbiřan
yan ke îblîsî ’eleyhîlle’ne qawirme bika
komełî însan be carê wa ebê bikirên le can
bo şerîfî kurd xełate hatuwe ser ta bepê
ya kelebçey dest û tewqî gerdin û pêwendîyan
boç meẍol hełsawe yaxo dewrî neḧsî cengîze
qetił û ’amî ermene ya ḧadîsey řomî û beban
nawî xoy nabû zemanî mîlletî kurd xo jyan
bo çî bestirawe zimanî wa debê axir jyan
bo nebû qet ehlî ḧałê derdedarê bo nîye
em wiqû’ate çi bû bo çî kira bîka beyan
ca weten fermûy le perdey sînema wek sînema
sûretî gîrawe fermû bot bika yekser ’eyan
carê te’rîxî binûse ca bigoře qafye
ta beyanatim binûsî lêt nebê ḧerfê nîhan
bê hezar nawî silêmanî be te’rîx «mişihd»e
em ḧîsabe ’aqîbet řojê debê bîka zeman
meqsedî esłî û esasî her du’akey pêşuwe
êste tîkirarî bike bełke bika mebḧes řewan
řebbî mûy lê bê zimanî pencekanî hełwerê
her kesê gułşen be derdî kułxenî dozex berê
arezûyan bû le zincîrî esaret bêne der
serbexo bełkû bijîn derçin le azar û keder
’ehd û peymanî ecanîb îddî’ay lê kirdibûn
têgeyştû bûn neyanda ta nebin tûşî xeter
kewtine fikirî syaset ecnebî wityan ebê
kurd qyamî pê bikeyn bełke bibin meşẍûłî şeř
çend kesêkî kurd ke heryek arezûyêkî hebû
bangyan kirdin yekî new’ê tema’yan nane ber
zoł îbin zoł deste deste sewqî kird
cafî gêl, hewramî gwê dîl, baneyî kem fam û ker
kewtine naw kurdewe layê be tefre layê zor
komełêkyan pêkewe na ’adeta wek bizin û meř
îddî’ay kurdayetî meqsed bû řefzî întîxab
zahîren batîn ’ereb fikirî jyan derken leser
firsetî deskewt ecanîb emrî da ceyşî ’îraq
hatin û kuştyan eman ca ecnebî birdî zefer
çûn begjyekda leser ḧeq mîlletî kurd û ’ereb
ew dirextî negbete bo herdû wek yek day semer
serbexoyî bo ’ereb herwek ḧiqûqî kurdekan
her le xwêna çû le nawana nema basî eser
seyrî îcabî syaset zabtî mustexberat
ye’nî îşêkî xirapî kirduwe kirdyane der
kamîl û meḧmûdî cewdet muttefîqyan bû ḧemîd
zabtî ceyşî ’ereb bûn kirdyan serfî nezer
terkî mewqî’yan ke kird hatin be fikirî întîqam
lem byaban û geřane bê tirs wek şêrî neř
bo pena û şekwe le pîran çûne lay serdarî kurd
we’dî da min ḧazirim ne her be mał û can be ser
her ře’îsî ’eşretêkyan bang ekird cwabî eda
çûnke ferdêkyan le ḧîsî întîqam neybû xeber
cafrî kafir ḧeqîqet piştî em qewmey şikand
le’netî wek kewlî negbet ta qyamet kirde ber
ew ḧeramzade be not newtî beser kurda ekird
agirî girt xwîşî sûta axrî ema be ger
ew kerane lûşke lûşkyan kird nîşanyan dan ke zîw
kewtine ne’rey zeřîn emma be wişkî nek be zeř
naqłîşê dar pwazî ta le cinsî xoy nebê
piştî kurd, kurdî şikandûye weha bû her qeder
xoy û etba’î ře’îsî kurd îlahî her bijî
bo şeref eskenderane damenî xiste kemer
min ser û małim le řêgey qewmima her da’enêm
firsete qîřusya ferzen sefer bête seqer
lamede ḧemdîNasnava edebî le mewzû’ û du’akeyşit bike
em qisane lazme bo axrî bikirê ḧezer
řebbî mûy lê bê zimanî pencekanî hełwerê
her kesê gułşen be derdî kułxenî dozex berê
ey weten lutfen tewawî ke wiqû’atî mîlel
em meraqe ba neka bo axrî neşrî ’îlel
tê bigen xełqîne tuxuda bes îtir tefre bixon
ecnebî bo nef’î xoyane deken daym ḧîyel
namdarî kurd û sê zabit be hawřêtî selam
kewtine merdane se’î ḧîretim bû fî almeselErebî
řostemane ger biłêm ẍedre ke řostem her be xew
key teyarey dî be fîlo ya teqey topî cebel
ger biłêm eskenderane ẍedre eskender medam
saḧbî ordû û wezîrî wek eristoy bû legeł
bo çî basî ḧerbî sûrdaş û kanarwêt bo bikem
bem qisane bot tewaw kem qafyey nezim û ẍezel
ḧerbî awbarîk eger teswîrî bitwanim bikem
wa dezanim kurd be xwênî kurdekan bîken bedel
şêx legeł penca kesî meşẍûlî řaḧet bûn be řoj
axîrî mangî behar û awbarîk bû miḧel
yek fewc ceyşî ’ereb sed nefer polîsî turk
pêşřewî dûsed swarî tałebanî bo cedel
nefrî ’amî hatne ser yek nefer serdarî kurd
bo xisûfî mang wekû çûbin şeyatînî be gel
danyane ber teqe her wek şeyatîn řecim ken
mang negîra kewtine cambaze emsalî cemel
dengî şestitîr û teyare û qirçeyî top û tifeng
řojî ḧeşrê bû ebarî her wekû terze ecel
dûkełî bomba û teputozî sware û gulle top
asmanî girte ber dagîrî kird burcî ḧemel
gulle pirşingî eda ekşa weha zeninit ebird
zamdare bo tedawî hatuwe necmî zuḧel
ew hicûmane ke lerzey xiste erz û asman
neygeyan zeřře be wez’î yek minałî kurd xelel
wa nebû ehmîyetî bomba û gulley topekan
her ehat edraye ber şeq ya be pêleqe û be peł
min witim em ḧerbe temsîlî çenaq qel’e eka
sed eger bikiraye etrafî be turpîl û be tel
her belaşe řeşbełek gîrabû lew meydaneda
tałebanî mîslî bet cundî hejarîş mîslî qel
wextî meẍrîb řec’etî ordûy ke kird seyrî hebû
sing û sik gořabû yekser bû buwe pişt û kefeł
way neney polîsî turk û yummeyummey ’arebî
bo qewan heł nakewê carêkî tir bew new’e hel
wa le naw cewwî hewada em qewane meylte
gwê le telsiz bigre girtûye serapa muḧtemel
wextî řec’et řeḧmî fermû men’î te’qîbî ke kird
wa eger nebwaye laşe cê ema wek bałî mel
çawî hêşta pyawî saẍî her nedîwe ecnebî
xizmetî ew çunke naken ẍeyrî lat û kwêr û şel
seyre çawî muẍrîzî kurd bew tep û tozî şeře
tem beserya hatuwe girtûyetî derdî sebel
kurd îtir besye ke nawî her be nexte hîmmetê
zînetî dawe beser lewḧey tewarîxî duwel
yek be de herçende senra xwênî mindałanî kurd
zeḧmete ta řojî meḧşer bikirê ew îşkale ḧel
lêmgeřê fermûy weten emca du’atan bo ekem
piştî yek bigirin lesertane xway ’ezzewecel
řebbî mûy lê bê zimanî pencekanî hełwerê
her kesê gułşen be derdî kułxenî dozex berê