şehîdî tîrî birjangî kejeł çawêkî bê dînim

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  290 Dîtin
şehîdî tîrî birjangî kejeł çawêkî bê dînim
şefa’et xwazme řojî qyamet bergî xwênînim
le lêwim guł ebarê katê basî řûyî dilber kem
ke bême basî ew lêw û demey dem piř le hengiwînim
qena’et perwerim mînnet le şa hełnagirim hergîz
be camî cem ebed nagořmewe kasey sefalînim
le dinya nirxî qend û şekker eşkê bê şik û şubhe
eger bibyen kelam û lefzî cwan û şî’rî řengînim
be xwênî cergekem destî ke řengîn kird nîgar fermûy
kemalîNasnava edebî seyrî ke çend cwane ser pencey nîgarînim