mumkîn nîye tîmarî birînim be tebîban
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
1 Xulek
501 Dîtin
mumkîn nîye tîmarî birînim be tebîban
bew xencerî ebrote ke cinrawe diłî min
kirdûye legeł xełkî cîhan qet’î ’ela’îq
lewřojewe bewzułfewe besrawe diłî min
lew satewe řoyştuwe torawe le sînem
bew şaxî kemacařNava taybetewe gîrawe diłî min
meqsûdî tewafî xemî ew zulfete qurban
wek şane ke wa let let û cinrawe diłî min