were ey serû ’eř’eř ’ebdî bała û bejnî mewzûnit
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
1 Xulek
411 Dîtin
were ey seru û ’eř’eř ’ebdî bała û bejnî mewzûnit
şepolî bonî guł şêwawî şêwey hatin û çûnit
were ey ’enberî sara ẍułamî daneyî xałit
were le’lî yemen dił piř le xwênî lêwî meygûnit
be barê ’îlmî ḧefta sałewe dabûm be şagirdit..
bijî ey samîrî ser samî dîdey piř le efsûnit
wefat derḧeq bemin beynê bû êstake cefakarî
çi řûydawe le bendey ’aşiqî şeydayî mecnûnit
le dawî perçemî yara esîrî çeşnî dîlî řûs
heta meḧşer kemalîNasnava edebî zeḧmete lem dawe berbûnit