quwet nîye meylit le diłî ẍemzede derka
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
1 Xulek
751 Dîtin
quwet nîye meylit le diłî ẍemzede derka
xalq meger em meyle le dił zêr û zeber ka
cya ebnewe řoḧ û dił û îman û xîred lêm
ew yare wefakare meger ’ezmî sefer ka
sibḧeynê ke wa cejne keway taze eken xełk
bew yare biłên em ẍezele taze leber ka
dił hênde cefay dîwe le kułim û xetî diłber
heqye ke le seyrî guł û řêḧane ḧezerka
ew çawe fisûnkare bibînê wekû min şêx
zor zeḧmete ta mawe îtirterkî nezer ka
hewł û teqela sûdî nîye merd eweye wa
xoy da’îme teslîmî qeza û ḧukmî qeder ka