were ey serû ’eř’eř ’ebdî bała û bejnî mewzûnit
From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
1 minutes
383 views
were ey seru û ’eř’eř ’ebdî bała û bejnî mewzûnit
şepolî bonî guł şêwawî şêwey hatin û çûnit
were ey ’enberî sara ẍułamî daneyî xałit
were le’lî yemen dił piř le xwênî lêwî meygûnit
be barê ’îlmî ḧefta sałewe dabûm be şagirdit..
bijî ey samîrî ser samî dîdey piř le efsûnit
wefat derḧeq bemin beynê bû êstake cefakarî
çi řûydawe le bendey ’aşiqî şeydayî mecnûnit
le dawî perçemî yara esîrî çeşnî dîlî řûs
heta meḧşer kemalîPen name zeḧmete lem dawe berbûnit