wefay ew yare derheq min zemanê bû ewîş řaburd

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  334 views
wefay ew yare derheq min zemanê bû ewîş řaburd
diłim beynê le lay ew pasewanê bû ewîş řaburd
be dewrî řûy gułî yara hemîşe herwekû bulbul
diłim meşẍûlî feryad û fûẍanê bû ewîş řaburd
le çînî perçemî şêwawî diłber wa diłim beynê
şehî çîn û xeta û hîndustanê bû ewîş řaburd
wefa û meyl û meḧebbet baw wi’adet bû le dinyada
nemawe êste nawî dastanê bû ewîş řaburd
le medḧî ew xetî sewz û demî şîrînî diłdara
kemalîPen name tûtîy şekker fişanê bû ewîş řaburd