letîf û seruqedid û gułcebînî

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  469 Dîtin
letîf û seruqedid û gułcebînî
ḧerîf û diłferîb û diłinşînî
legeł her berterîn şoxê cedel key
beher anê le ḧusna bêhterînî
xerîkî diłnewazîy duşminanî
legeł yaranî yekdił her be kînî
be cewrî bê ḧîsab û lutfî endek
le sed la zehir û yek la engebînî
be to nabin hemû ẍîlmanî cennet
eto ey nûrî dîdem nazenînî
çi sîḧrê bê diłit tesxîrî min ka
be her anê keto sîḧir’aferînî
lebî to me’denî mercane nek yem
meḧellî şekke ew to cêy yeqînî
le bosey şehdî min ger řû tirş key
be lezzet her wekû eskencebînî
wekîlî xizirNava taybety, ey xałî lebî yar!
le gwê abî ḧeyata canşînî
deka tesxîrî diłha le’lî lêwit
suleymanNava taybet ḧîşmet û saḧîb nigînî
be yadî çîhre, ey dił! bendî tuřřey
le kurdistane salimNasnava edebî to le çînî