sed mewlewî be fetweyî dił debne ’îsewî

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  471 Dîtin
sed mewlewî be fetweyî dił debne ’îsewî
gahê eger le kîswetî tersa bederkewî
çespîde bahemin dił û ’îşqit hemîşe wek
zułfî eyazNava taybet û gerdinî meḧmûdî ẍeznewîNava taybet
kes wek diłim le şorî meḧebbet bełed nîye
her wek ḧekîmî řomîyNava taybet û eş’arî mesnewîNava taybet
penhane turkî dîdeyî mestit le şamî zułf
tebdîle caduwane be esbabî şebřewî
bulbul le şaxsarî çemen barbud newa
guł naye ser be şor û şe’ef tacî xusrewî
sed zorî řostemî nîyetî zorî sîm û zeř
talî’ eger ze’îfe nebey pence ba qewî
salimNasnava edebî kelamî kurdîy û bê wezin û sist û leng
bê me’neye bigate elay şêxî me’newî