ta le cê peykanî tîrit ḧîsnî dił piř řewzene

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  483 Dîtin
ta le cê peykanî tîrit ḧîsnî dił piř řewzene
şewqî mîhrî řût be řewzenda ke dê, cêy řewşene
beskî ten piř bû le zexmî xûnfişanî tîrî to
cumle endamim leber meddî nezerma gułşene
xwênî dił detkê le cê tîrî nîgahit, gahî sułḧ
çawî to, elḧeq le perdey dostîda duşmene
key be gencî řûmetit destî xeyałî dił dega?!
pasebanî marî zułifit ta muḧîtî gerdene
çunke piř peykanî tîrî ẍemze bû řûsexte dił
řûy keman wergêře bo dîdem ke ew řûbîntene
def’eyê ey kaşkî demda leser sîney řeqîb
tîrî ahî dił ke her wek xencerî zî alcuşinErebîe
key temaşay ayney metłeb dekem salimNasnava edebî be xew?
dîdeyî tarîkî piř’eşkim legeł xew duşmene