’eynî fewwareyî xwên dîdeyî bê xawî mine

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  463 Dîtin
’eynî fewwareyî xwên dîdeyî bê xawî mine
menziłî mîḧnetî dinya diłî bednawî mine
berqî ’îşq afete bo xermenî erbabî huner
her teref meddî nezer xermenî sûtawî mine
le řuxt derxe çira, bełke bibînim berî pêm
xałî goşey lebî to, merdumekî çawî mine
le byabanî ẍema beskî be tîẍit tîşnem
berqî ateşzenî ew lezzetî befrawî mine
şade salimNasnava edebî ke le neş’ey butî ’eyyarî witî:
ba wicûdî hunerî, fezłî segî řawî mine