çeşmeyî nehrî řewan dîdeyî giryanî mine

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  591 Dîtin
çeşmeyî nehrî řewan dîdeyî giryanî mine
muje, ta meddî beser, nîlûferistanî mine
bo bitirsim le şebîxûnî ’edû gahî kemîn
ke henasey seḧerî xencerî buřřanî mine
merg û sîḧḧet le bedenma be cedel dên û deçin
wa le azarî fîraqa şewî buḧranî mine
ta mu’ellîmme le ’îşqa diłî ba hoş û xîred
dawî zułfî syehit dersî debustanî mine
her teref tîrî nîgahit le diłim beskî çeqî
ta be pehlû hemeca sîne neystanî mine
ẍem dełêy qerzî be min dawe serî we’deyetî
řû le her goşe dekem destugerîbanî mine
cêy temaşame le tîrî nîgehit sîneyî řêş
zexmî alûde be xwênim gułî xendanî mine
’adetim kirduwe ezbeskî be çołîy û kenar
cuẍdî wêrane le her goşe senaxwanî mine
wa dezanim ke le fîrdewsî cemała be ferîb
daneyî xałî lebit ba’îsî ’îsyanî mine
le zemîn ta be felek nîsbetî bed dûre le to
şahîdî ’îsmetî to pakîyî damanî mine
çi biłêm ḧałetî dił çone le hîcra salimNasnava edebî
seḧnî gułzarî senenducNava taybet wekû zîndanî mine