mujgan û ebroyî to: em tîr û ew kemane

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  621 Dîtin
mujgan û ebroyî to: em tîr û ew kemane
sîne û diłî figarim: em seyde, ew nîşane
bo dił le dîdeyî yar, dûrî xîlafî ’ehde
naka xumardîde terkî şerabxane
egrîcekanî kułimit yataẍî murẍî diłme
bulbul le pehlûyî guł bestûye aşyane
hestanî to bû hesta agir le kulbeyî dił!
danîşe da binîşê şu’ley xerabxane
bêxud le wadîyî ’îşq, lafî sełabetim da!
nemzanî şêrgîre, ew çawe ahuwane!
girtim be dest û bestim ta meylî to bekame
tesbîḧî sofîyane, zunnarî kafrane
geh dił le seyrî deyre, gahê muqîmî mescîd
meqsûdî esłîy min toy, êre û ewê behane
cezbey tebessumî to «salimNasnava edebî» be girye dênê
wek ẍunçe wa ke gahê, ahîste, ew lebane